2021-01-31T14:37:43.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî li civînek da li gel xanima Tone Allers Balyoza Norwêc li Iraqê, tekez li ser pêwîstiya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya hevkariya civaka navdewletî kir û spasî yarmetiya mirovî û hevkariyên Norwêcê ya ji bo koçber û penaberan kir. Balyoza Norwêcê jî pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya yarmetîdana mirovî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û her du alî hevrê bûn ku ji bo têkşikandina yek carekiya Da'îşê, Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstiya wan bi piştgîriya civaka navdewletî heye.
Li civîna ku piştî nîvroya îro yekşem 31.01.2021 li Hewlêrê birêveçû, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, hengavên guftûgoya Hewlêr - Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa navçeyên maddeya sed û çila destûr, pirsa budceya giştî ya Iraqê û beşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, kirdarên terorîstiyên vê dawiyê li Iraqê, serhildana Da'îş û sedemên wê, pêşhat û pêşketinên navçeyê bi giştî hate nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadeyî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûr û girîngiya bi cîhkirina sîstema federaliyê kir ku bingeha aramî û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê dibê, her wiha li vî derbarî de rola yarmetîderê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî bi girîng da zanîn.