Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya diyaloga stratejiya Amerîka - Iraqê kir

2021-04-01T14:15:31.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanîna ji bo hevpeymanan ya li şerê dijî Da'îş da, tekez li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Amerîka û hevpeymanan li Iraqê ji bo nehiştina terorê kir û bi girîng wergirtina metirsiyên terorê û serhildana Da'îş û hemahengiya Hewlêr - Bexda û hevpeymanan û pirkirina valahiyên emnî bi pêwîst da zanîn.

Rêzdar her wiha destpêkirina diyaloga stratejiya Amerîka û Iraqê ya bi beşdariya Herêma Kurdistanê bi hengaveke girîng wesif kir ku çarçêweyeke baş ji bo peywendiyên her du alî destnîşan dike û wekî nexşerêyek jî dibê ji bo karên hevbeş, derfeteke guncawe jî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku sûdwergirtina ji wê diyalogê bi taybetî li warê kertê taybet û pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî da.

Nîvroya îro pêncşem 01.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Jhon Tigert Şêwirmendê Bilindê Serbazî ya Balyozxaneya Amerîka li Bexda û şandeke li gel kir.

Li civînê de ku birêzan Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û Wezîrê Karubarê Pêşmerge û Berpirsên Serbazî yên her du aliyan amade bûn, şanda mîhvan pîrozbahiyê li derbaskirina yasaya budceya Iraqê li Encumena Nûneran kir û hevbeşiya Pêşmerge û Hevpeymanan dûpat kirin û rola Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge li vî derbarî de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî derbaskirina budceyê bi hengaveke girîng ya Iraq û Herêma Kurdistanê wesif kir û tekez li ser xwesta zêdetir pêşxistina peywendiyên siyasî û aborî û serbaziyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê kir.

Rêzdar spasî hevkariyên Amerîka li şerê dijî Da'îş ya ji bo Pêşmerge û hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge li proseya çaksaziyê da kir, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexda li ser bingeha destûr nîşan da. Li vî derbarî de çespandina sîstema federalî li Iraqê bi kilîla çareseriyê da zanîn ku li berjewendiya hemû aliyek daye.

Hilbijartinên Iraqê û bandorên lehiya nû ya Korona li ser Herêma Kurdistan û cîhanê û çend babeteke dinê girîng û hevbeşbûn, mijarên dinê civînê bûn.