2021-03-09T11:35:39.000000Z
Berî nîvroya îro sêşem 09.03.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Tristan Azbêy Wezîrê Dewlet yê Karubarê Krîstiyanan li Hikûmeta Macarîstanê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê yên ji bo yarmetiya serbazî û hevkariyên miroviyên Macarîstanê yên ji bo koçber û penaberan bi taybetî koçberên Krîstiyan û Êzdiyên li Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi yarmetî û piştgîriyên zêdetirê navdewletî heye.
Li hevdîtinê de ku birêz István Emri Konsolê Giştî yê Macarîstanê li Hewlêrê amade bû, birêz Tristan Azbej ji bilî dûpatkirina spas û pêzanînên Macarîstanê yên ji bo rola Pêşmerge ya li parastina Krîstiyanan û pêkhatên din, tekez li ser berdewamiya pêgiriya welatê xwe ya ji bo hevbeşiya li gel Herêma Kurdistanê û yarmetîdana koçber û penaberan kir.
Her wiha rêzdar spas û pêzanînên Macarîstanê yên ji bo kultûra pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê derbirî û serdana Papayê Pîroz ya ji bo Herêma Kurdistanê bi peyameke girîng û pêzanîna wê kultûrê da zanîn û hêvî xwest serdana wî bibê handerê kûrkirina zêdetirê wê kultûrê.
Pejika Kovid - 19 û proseya lêdana derziya dijî pejikê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Macarîstanê, rewşa koçber û penaberan û babeta vegerandina wan ya li ser warên wan, metirsiyên terorê, serhildana Da'îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.