Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Jeffrey berdewamiya piştgîriya Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir

2020-09-22T07:41:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro sêşem 22/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Balyoz James Jeffrey Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê Sûriye û Nûnerê Taybetî yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de ku birêzan Wezîrê Karubarê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye, erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş û rûbirûbûna çalakî û metirsiyên terorê li Sûriye û Iraqê, rewşa Kurd û guftûgoya aliyên Kurdî yên li Sûriye ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan û yekrêziya di navbera wan hate nirxandin.

Birêz Jeffrey berdewamiya piştgîriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Kurd û hevbeşiyan wan ya rûbirûbûna terorê û nehiştina yekcarekiya Da'îş li Sûriye, Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir. Ji bo vê mebestê jî hemû hevkariyeke pêwîst pêşkêşî Pêşmerge û hêzên Iraqiyan dike.

Her wiha birêz Jeffrey piştgîrî û xweşhaliya Amerîka yê ji bo guftûgoya di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriye ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan nîşan da û balkişand li ser rola erêniya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya bi navê hevdû nêzîk kirina wan û teşwiqkirin û handana wan ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî spasî Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş kir ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya wan û tekez li girîngî û pêwîstiya berdewamî ya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê û hevbeşên wan li navçeyê kir ku heta piştrastbûna ji navçûna yekcariya Da'îşê.

Pejika virusa Korona û encamên wê yên li Sûriye, Herêma Kurdistan û Iraqê û rêkar û hengavên rûbirûbûna wê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, pirsa Kurd li Sûriye, hêzên biyaniyên li Sûriye, rewşa navçeyê bi giştî, hewlên wan ya ji bo parastina aramiyê û çend pirseke hevbeş ya ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê civînê bûn.