Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê guftûgo kirin

2022-01-16T08:43:37.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro yekşem 16.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, proseya hilbijartina desteya Serokayetiya Parlemena Iraqê, guftûgoya aliyan ya ji bo hengavên paşerojê ya proseya siyasî û hilbijartina Serok Komar û pêkanîna hikûmetê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngî û pêwîstiya aramiya siyasiya li Iraqê û hebûna bawerî û têgihiştina hevbeşiya aliyan û pêkhatan ya ji bo birêveçûna proseya siyasî û niha û paşerojeke baştir ya ji bo welat kir.

Her du alî hevra bûn li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexda û hêvî xwestin guftûgo û hewla hêzên siyasiyan û hevdû têgihiştina hevbeş û aramiya siyasî li gel xwe da bîne, her wiha behsa ewe jî kirin ku dostên Iraqê bi girîngiyê ve li guftûgoya aliyên Iraqiyan dinêrin.

Birêz Balyozê Brîtanya li Iraqê pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya karkirina li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û spasî rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge da kir û berdewamiya piştgîriya welatê xwe ji bo rêxistina Pêşmerge derbirî.

Pêşhatên emnî yên vê dawiyê û bi armancgirtina baregeha nûnerên dîplomasî û baregeha aliyên siyasî li Bexda, rewşa pejika kovid-19, pirsa koç û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû ku têda birêzan Konsolê Giştî û Şêwirmendê Berevaniyê li Konsolxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê amade bûn.