2022-02-15T11:03:11.000000Z
Sibehiya îro sêşem 15.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Li civînê da proseya siyasiya li Iraqê, hilbijartin û encamên wê, rûniştina yekema Encumena Nûnerên Iraqê û hilbijartina Desteya Serokayetiya Parlemen, hengavên dawiya wê û girîngiya piştgîriya civaka navdewletî li proseya demokrasî li Iraqê, guftûgo kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştî xistinerûya gotarek di derbarê rewşa giştî, tekez li wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi aramiye bo ku bikarin bernameyek bi cîh bikin ku li berjwendiya tevahiya pêkhatên Iraqê da bê.
Her du alî tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê kirin û aliyê Brîtanî spasî hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Brîtanya kir. Her wiha behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran kir.
Aliyeke dinê civînê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê bû. Têda behsa peywendiya di navbera aliyên siyasiyan kirin û tîşk xistin li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê û proseya nivîsîna destûrê.
Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê pêgire bi wê yekê ku hilbijartin di dema xwe da bêne kirin û destûr jî divê komker û pejirandina hemûyan bê û ji bo vê mebestê li gel Bexda jî hemahengî bêkirin.