2019-10-22T16:14:10.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser piştgîriya serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistaniyan li Parlemena Iraqê ya ji bo programa hikûmeta birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê ya bi mebesta gihîştina çareseriyek ji bo kêşeyan.
Li civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê, behsa rewşa niha ya Iraqê, pêşhatên dawî û berev pêşveçûnên peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên helawestiyan kirin.
Li civînê de êvariya îro sêşem 22/10/2019 li Hewlêrê, birêz Wilks ku bi mebesta xatir xwestin û malavayîkirin û dawî hatina erkê xwe yê fermiyê li Iraqê serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kiribû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kar û çalakiyên rêzdar ya li demên derbasbûyî de bilind nirxand û li erkê wî yê nû da hêviya serkeftinê xwest.
Nirxandina rewşa niha ya navçeyê bi giştî û pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye bi taybetî, aliyeke dinê vê civînê bû.