Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Koç û Koçberan rewşa koçberan guftûgo kirin

2020-07-26T08:13:19.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Berî nîvroya îro yekşem 26.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Îvan Fayeq Cabiru Wezîra Koç û Koçberên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa koçber û penaberên li wargeh û kampên Herêma Kurdistanê, bandora belavbûna pejika virusa Korona û rêkarên rûbirûbûna wê bi taybetî jî li nav koçber û penaberan da, kar û çalakiyên Wezareta Koç û Koçberên Iraqê li wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, hevkarî û hemahengiya Wezaretê li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û çend pirseke din guftûgo kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya karkirina ji bo mîsogerkirina aramiyê û rêxweşkirina vegerana koçberan ya li ser war û cihên xwe kirin, bi taybetî jî Êzdî û Mesîhiyan û qerebûkirina wan, her wiha tekez li ser karkirina ji bo vegerandina bawerî û avadankirina cihên ziyanberketiyên şerê dijî terorê û kûrtirkirina pêkvejiyan û lêborîna li navbera pêkhatên olî û neteweyiyan da, li gel dabînkirina xizmetguzariyên giştî û derfetên kar yên li wan navçeyan de kirin.