2021-04-29T14:39:23.000000Z
Piştî nîvroya îro pênçşem 29.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Berhem Salih Serok Komarê Iraqê kir.
Li civînê de birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê amadebûn, guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin, bi taybetî hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya bingeh xweşkirina li ber proseyê da ku xizmeta berjewendiya hevbeşa gel û hemû pêkhatên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bike.
Li civînê de dakokî li ser pêwîstiya derbaskirina nakokî û gengeşe û guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasiyan da kirin û bi girîngiyê ve behsa serdana dawî ya birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda û civîna li gel serkirde û aliyên Iraqiyan kirin.
Li mijareke dinê civînê de guftûgo di derbarê pêkanîna yekrêziya niştimanî û hevdû nêzîk kirina bîr û boçûnan kirin ku ber bi derbaskirina nakokiyan û yekxistina hêz û şiyana wan ya rûbirûbûna her eger û pêşhatan be.
nirxandina rewşa navçeyê bi giştî mijareke dinê civînê bû, têda tekez li wê yekê kirin ku nearamiya rewşa siyasî û emnî, xizmetê bi berjewendiya hevbeşa gelên navçeyê nake.