Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê digel Balyozê Tirkiyê civiya

2023-11-28T10:52:24.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 28.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Elî Riza Gunay Balyozê Tirkiyê li Iraqê û şandeya pê ra kir.

Di di civînê da her du aliyan asta têkiliyên Tirkiye digel Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û tekez li ser pêşxistina têkiliyan û hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên bazirganî û aborî da kirin.

Di derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê da jî, Balyozê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo hinardekirina petrolê dupat kir. Di vê derbarê da birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasiya helwesta Tirkiyê kir û ragihand ku niha Hewlêr û Bexda ji bo vê mebestê gotûbêjên teknîkî dikin.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa pêkhateyên Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî di civîna ku, Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû, hatin gotûbêjkirin.