Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevaniya Brîtanya civiya

2021-09-15T18:01:37.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro çarşem 15.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê li gel birêz Ben Wallace Wezîrê Berevaniya Brîtanya civiya.

Li civînê de ku birêzan Wezîrê Hêzên Çekdaran û Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bûn, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana Da'îşê guftûgo kirin û hevra bûn ku Da'îş hê jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê jî gef û metirsiyeke rastîne û hê jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina wê pêwîste.

Birêz Wezîrê Berevaniya Brîtanya tekez li ser berdewamiya beşdarî û erkê hêzên welatê xwe ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da kir û hemû piştgîriyeke Şahnişîna Yekgirtî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûna terorê da dûpat kir. Her wiha pêzanîn û pesnê jî bo qurbaniyan û rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ya li têkşikandina Da'îş da, derbirî.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Brîtanya û piştgîrîkirina li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê da dûpat kir û hevkariyên serbaziyên Brîtanyayê bilind nirxand, bi taybetî jî balkişand li ser hebûna şêwirmedan û tîmên wan û fêrkirin û rahênana wan ya bi Pêşmerge kir.

Girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bi piştevaniya hevpeymanan ya ji bo rûbirûbûna terorê, çaksazî û hengavên ji bo yekxistina Pêşmerge, rewşa emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.