Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Vatîkanê civiya

2022-02-18T11:53:19.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro în 18.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dema beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Munich li Almanya, li gel birêz Paul Richard Gallagher Wezîrê Derveyê Vatîkanê civiya.

Li civînê de pêşhatên siyasî û emniyên dawi ya Iraqê, proseya siyasî, rewşa pêkhatan, peywendiyên di navbera her du aliyan, serdana dawî ya Papayê pîroz ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û rewşa deşta Nînowa û Şingalê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û girîngiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyan û lêborînî û hevdû qebûlkirina li navbera pêkhatên olî û neteweyî û azadiya olî kirin, her wiha spasî wan welatan kir ku piştî gefên Da'îş, hevkariya Êzdî û Mesîhiyan kirine.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li piştgîrîkirina pêkhatan bi taybetî Mesîhî û Êzdiyan û li parastina kultûra pêkvejiyanê berdewam dibê û balkişand li ser bandor û girîngiya serdana sala derbasbûyî ya Papayê Pîrozê Vatîkan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û bi serdaneke dîrokî da zanîn.

Metirsiyên emnî û êrîşên Da'îş û hewlên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê, pirsa koç û rewşa koçberan û alîkariya Hewlêr û Bexda li gel welatên Ewrûpa li vî derbarî de, mijarên dinê civînê bû.