![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2021/09/NB_Ber-nusinget-EU-23-9-2021.jpeg)
2021-09-23T12:35:34.000000Z
Nîvroya îro pênçşem 23.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Marie Paret Berpirsa Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê kir.
Li civînê de Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li xanima Paret kir û hêviya serkeftinê li erka wê ya nû da xwest, her wiha tekez li ser xwesta bihêzkirina warên alîkarî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewrûpayê kir û serdana dawî ya birêz Josep Borrell Berpirsiyarê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewrûpa ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn.
Ji aliya xwe ve xanima Paret bi kurtî behsa kar û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpa li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her wiha spasî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo wê pêşwaziya germ ya di dema serdana Herêma Kurdistanê de li birêz Josep Borrell Berpirsiyarê Siyaseta Derve û Asayîşa Yekîtiya Ewrûpa hate kirin û got: Birêz Borrell bi peroşê ve çaverêye li Brukselê hevdîtin û civînê li gel Serok Nêçîrvan Barzanî encam bide.
Nirxandina hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşeroja Iraqê, rola Yekîtiya Ewrûpa li dabînkirina tîma çavdêriya hilbijartinê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr, pirsa guhertina keşuhewayê û bandora wê ya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û sûdmendbûna Herêma Kurdistanê ji projeyên Yekîtiya Ewrûpa ya li vî derbarî de, aliyeke dinê civînê bû.

![](/uploads/old_images//2021/09/NB_Ber-nusinget-EU1-23-9-2021.jpeg)