![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2020/01/NB_Serokoi-Ermenistan1-21-1-2020.jpeg)
2020-01-21T16:12:31.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Armen Serkîsyan Serokê Ermenîstanê pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Ermenîstanê û bingeha baş ya Herêma Kurdistanê ya ji bo sermayeguzarî û veberhênana Ermenîstanê guftûgo kirin.
Li berdewamiya hevdîtin û civînên li Davos, êvariya îro sêşem 21/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Armen Serkîsyan Serokê Ermenîstanê civiya.
Li civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareseriya kêşeyên di navbera wan, pêşhatên dawî ya navçeyê û pêşveçûna aloziyan û girîngiya hewldanên ji bo aramkirina rewşê, derfeta pêşxistina peywendiya dû aliyane û çend babetekî din xistin ber behs û li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/01/NB_Serokoi-Ermenistan-21-1-2020-1024x473.jpeg)