Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Qeterê civiya

2022-02-18T12:21:52.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro în 18.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Qeterê civiya.

Li civînê de berev pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeter li warên cûda cûda de û berfirehkirina alîkariyên hevbeş yên di navbera wan, pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê, rewşa emniya li Iraqê û êrîşên Da'îşê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê kirin û behsa derfetên kar û sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Li mijareke dinê civînê de her du alî tekez li ser pêwîstî û girîngiya parastina aramiya Rojhilata Navîn kirin û hevra bûn ku hemû hewlên ji bo nehiştina aloziyan û çareserkirina kêşeyan bin.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriye, rola Qeter li navçeyê û pêşketin û rewşa Efxanîstanê bi giştî, mijarên dinên civînê bûn.