2022-05-11T11:06:56.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 11.05.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê û şandeya pê ra kir.
Di civînekê da, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê, pêşhatên dawî yên siyasî li Iraqê, derengmayîna prosesa hilbijartina Serok Komar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên Rûsyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe da, tekez li ser pêdivîtiya destpêkirina diyaloga di navbera hêz û aliyên Iraqî da û hevkariya hevbeş ya ji bona li hevtêgehiştin û rêkeftinê li ser derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasiya li welat kir.
Şer û pevçûnên li Ukrayna û bandor û berketiyên wî şerî li ser deverê mijareka din ya civînê bû û di vê çarçoveyê da her du aliyan hêvî xwestin ku bi zûtirîn dem ew şer bi dawî bibê.
Pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî û çend pirsên din ku cîhê girîngiya hevbeşin, mijarên din yên civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê bûn, ku Konsolê Giştiyê Rûsyayê yê Hewlêrê jî têda amade bû.