2021-12-06T15:18:09.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo rûbirûbûna terorîstên Da'îş û têkşikandina wan divê gelek alîkarî û hemahengiya serbaziya bihêz li navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê da hebê û valahî û kelênên emnî ya di navbera wan pir bikin heta ku pêkve rûbirûyê Da'îşê dijminê me yê hevbeş bibîn ku gef li aramiya tevahiya welat dike.
Piştî nîvroya îro dûşem 06.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Serokayetiya Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke serbazî kir ku têda birêzan Cîgirên Serok, Wezîrên Pêşmerge, Navxo, Fermandeyên Yekîneyên Heftih û Heştih û Fermandeyên bilindên Pêşmerge û berpirsên mîhweran bi dirêjahiya bereyên rûbirûbûnê li gel terorîstên Da'îş da, beşdar bûn.
Di destpêka civînê de bîranîna şehîdên vê dawiyê ya berevaniya li Kurdistanê kirin ku li rûbirûbûna terorîstan da canê xwe bexşîn û birêz Serokê Herêma Kurdistanê pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdan kir û hevxemiyê li gel wan da derbirî, her wiha hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.
Li civînê de rewşa serbazî û bereyên berevaniya li Herêma Kurdistanê hate nirxandin û têda birêzan fermandeyên mîhweran bi kurtî di derbarê pêşhatên dawî yên bereyan û pêdiviyên wan xisterû, her wiha birêz Wezîrê Pêşmerge jî behsa plan û naveroka hengavên Wezaretê ya ji bo çawayiya rûbirûbûna terorîstan û pêdiviyên wan yên serbazî kirin.
Li civînê de dûpat kirin ku terorîstan sûd ji wê valahî û kelênê werdigrin ku li navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê da heye û terorîst ji bo êrîşkirinê bikartînin û ji wan sûd werdigrin heta ji wan tixûban êrîşî Pêşmerge û xelkê sivîlê navçeyê bikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî fermanê da ku ji bo rewşa niha, bi hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bi lez pêdiviyên pêşekî, ji bo paşerojê jî pêdiviyên dinê Pêşmerge bê dabîn kirin û fermande û aliyên peywendîdar raspard bi lezgînî rewşa bereyan û xalên rûbirûbûna li gel terorîstan bêne rêkxistin û kêmasî û kelên bêne pir kirin, li seranserê mîhweran jî alîkarî û hemahengiya li navbera Pêşmergeyan da hebê.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanîn û destxweşiyê pêşkêşî Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir ku bi xwîn û giyan berevaniyê li Herêma Kurdistanê û destkeftên wê dikin û qehremanane rûbirûyê dijmineke dirinde dibin, tekez jî li wê yekê kir ku bi xweragirî û rûbirûbûna Pêşmerge, dijmin dibezê û têk diçê.
Rêzdar her wiha xelkê Kurdistanê piştrast kir ku Pêşmerge bi hemû şiyanek berevaniyê lê dike û Serokayetî û Hikûmet û hemû aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê jî, hemû hevkarî û piştgîriyeke pêwîst ji bo serkeftina Pêşmerge dabîn dikin.