2022-01-24T08:37:37.000000Z
Sibehiya îro dûşem 24.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dadwer Hinrî Xûrî Wezîrê Dadê Lubnanî û şandeke li gel kir ku ji birêzan Serokê Encumena Dadweriya Lubnanê, Yarîdederê Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatibû û bi vexwendinek ji bo beşdariya li bîranîna roja dadweriya Iraqê da, serdana Bexdayê kiribûn.
Li hevdîtinê de ku birêz Wezîrê Dad yê Herêma Kurdistanê amade bû, tîşk xistin li ser sîstem û rewşa desthilata dadwerî û dadgehan û lêkçûna wan li Lubnan û Iraq û Herêma Kurdistanê û warê alîkariya di navbera desthilata dadweriya Lubnan û Iraqê û sûd wergirtina ji ezmûnên hevdû xistin ber behs, her wiha tekez li ser girîngiya serbixweyî ya desthilata dadwerî kirin û her du alî hevra bûn ku serbixweyî ya dadwerî bingeha dewletdariye.
Pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî li Iraq û Lubnanê mijareke dinê hevdîtinê bû. Li vî derbarî de şanda Lubnanî hinek zanyariyên di derbarê hewlên Hikûmeta Lubnanê ya ji bo derbaskirina rewşa dijwara niha ya aboriya welat û qeyranan xistin rû, her wiha behs li despêşxeriyeke Komkara Erebî ya ji bo piştevaniya desthilata Dadweriya Lubnanî ya li rewşa niha da kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana şandê ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û hêvî xwest alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Lubnanê li warê dadweriyê da bihêztir bêkirin û balkişand li ser rola revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li warên avadankirin û xizmetguzarî û bankdariyê da.
Rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistan û Lubnanê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bû.