2022-01-25T13:25:36.000000Z
Nîvroya îro sêşem 25.01.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Çoy Kwanjîn Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Hewlêrê kir ku erka wî bi dawî tê.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî malavayiyê spasî kar û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koriya Başûr û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest. Her wiha balkişand li ser rola Tîma Zeytûn ya Serbazî ya Korî û Ajansa Koica û gel û Hikûmeta Koriya Başûr kir ku hevkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.
Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Koriya Başûr, spas û pêzanînên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê dûpat kir ku di dema erkê xwe da, hevkar û piştevanê wî bûn û hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê pêşketîtir bibin.