Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Enfalan

2022-04-14T06:31:51.000000Z
Daxuyanî
Îro, 14ê nîsnê, em gelek bi rêz û rûmet bîreweriya 182 hezar hevwelatiyên bêtawan yên Kurdistanê dikîn û bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînîn ku di sala 1988ê da di yek ji hov û dirindetirîn tawanên dîrokê da, desthilata hîngê ya Îraqê jênodîda kirin û canê xwe ji dest da.

Enfalan ku di 8 qonaxan da hijmareke mezin ya deverên Herêma Kurdistanê vergirtin, ji bo heta hetayê xaleka reşe bi nav çavên dîrokê û bi navçavên wan yên ew tawan kirî, tevaya mirovatiyê ji wê yekê berpirse ku rê nedin ev awayê tawanan li çu derên din yên dinyayê dubare bibe ve û bi hemû awayî rê lê bê girtin.

Di demkê da ku Herêma Kurdistanê di rewşek nazik da derbas dibe, baştirîn bîranîn û bilindragirtina bîreweriya şehîdên Enafalan û tevaya şehîdên Kurdistanê biratî, bihevre bûn û yekrêziya hêz û aliyên kurdistanî û pêkhateyên wê ye ji bo misogerkirin û parastina mafên destûrî û qewareyê siyasî û federalî û paşeroja Herêma Kurdistanê.

Dadgeha bala ya tawanan li Îraqê Enfal bi jênosîda û wek tawana dijî mirovatî û tawana cengê nas kiriye. Di vê bîreweriyê da em careke din daxwaz dikîn ku hikûmeta federal ya Îraqê li hember erkek yasayî, exlaqî û mirovatiyê daye daku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qere bo bike da hindek ji birînên wan sarêj bibin.

Li Herêma Kurdistanê jî, hindî di şiyan da hebe, divê baştir xizmeta malbat û kesûkarên enfalkiriyan bê kirin û xebatên ji bona avadankririna deverên hatine enfalkirin û vegerandina rufatên şehîdan berdewam bin, herwesa, li ser astê navdewletî jî ji bona nasandina Enfalan wek jênosîda divê li ser xebatên xwe berdewam bîn.

Silav û rehmet bo canê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.04.14