Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo cejna Ekîto

2021-03-31T15:20:10.000000Z
Nûçe
Bi helkefta hatina cejna (Ekîto) serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, hêvîdarim ev helkeft bibê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê ji bo wan û hemû welatiyan.

Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem niştimanê pêkvejiyan, firehî, lêborînî, olî û neteweyî bûye û Krîstiyan jî pêkhateyekî resen û dêrînê vê ax û niştiman û kultûra fireh rengîne ku divê bi hemû awayekê biparêzîn û bihêz û xûrttir bikîn.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz bê û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir da li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn, me qeyran û tengasiyên xwe derbaskiribe û pejika Kovid - 19 û bandora wê li ser cîhan û mirovayetiyê de nemabê.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.03.2021