Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê ve

2026-01-20T15:24:00.000000Z
Nûçe

Em li Herêma Kurdistanê, bi fikareke kûr li berdewamiya pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û HSDê de dinêrin. Berdewamiya şer û pevçûnan, gefeke cidî li ser aramî û tenahiya Sûriye û navçeyê bi giştî dike û metirsiya dubare serhildana DAIŞê derdixe holê.

Her ji destpêka derketina aloziyan ve, em bi awayekî berdewam bi aliyên herêmî û navneteweyî re di peywendiyê de ne ji bo rawestandina şer û pevçûnan û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan bi riya diyalog û hevfêmkirinê. Em tekez dikin ku şer û rûbirûbûna leşkerî, ti pirsgirêkan çareser nakin û rewşê aloztir dikin.

Em daxwazê ji Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku erka xwe ya parastina tenahiyê û rêlibergirtina dubare serhildana DAIŞê pêk bîne. Herwiha em tekez dikin ku em amade ne hemû alîkarî û hevkariyan pêşkêş bikin ji bo rawestandina şer û agirbestê û rêkkeftinê. Em tekez dikin ku divê mafên Kurdan û tevahiya pêkhateyan li Sûriyeyê parastî bin û di destûra bêt ya Sûriyeyê de bên misogerkirin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/1/2026