![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2020/02/NB_Balyozi-Furensi-5-2-2020.jpg)
2020-02-05T08:44:59.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariyên Fransa yên li navçeya Şingalê kir, her wiha dûpat kir her kandîdekî posta Serok Wezîrê Iraqê komdengî li ser bê, Herêma Kurdistanê hevkar dibê. Eve jî bi mebesta pêkanîna aramî û asayîş û proseyekî siyasiya serkeftiya hemû Iraqê.
Berî nîvroya îro 05/02/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Bruno Hubert Balyozê Fransa li Iraqê û şandekî pêre civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku hewlên wan yê guftûgoya Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan berdewam dibin. Her wiha tekez li ser hemahengî û hevkariya di navbera civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê û welatên hevpeyman kir bi mebesta rûbirûbûna metirsiya serhildana Da'îş û danîna mekanîzmek ji bo mayîna hêzên hevpeyman.
Çawayiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa, serdana meydaniya şanda mîhvan ya ji bo navçeya Şingalê, hemahengî û peywendiyên Hewlêr û Bexda ya bi mebesta aramiya zêdetirê navçeyê rewşa niha ya Bexda û namzedkirina birêz Mihemed Tofîq Elawî ji bo posta Serok Wezîr û rewşa aborî û asayîş û metirsiyên Da'îş bi giştî, aliyekî dinê civînê bû.

![](https://president.gov.krd/wp-content/uploads/2020/02/NB_Balyozi-Furensi2-5-2-2020-1024x688.jpg)