2019-06-20T16:54:03.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqa Federal, tekez li ser çareserkirina kêşeyên helawestiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ya li ser bingeha destûrê kirin.
Li civîneke dostane û erênî da îro pênçşem 20/06/2019 li Bexda, biryar hate dayîn ku ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de, dest bi qonaxekî nû yê danustandinê bê kirin û heftiya bê lîjneyekî hevbeş ya her dû aliyan li ser ajandaya guftûgoyan û pirsên wekî maddeya (140) û neft û budçe û darayî û Pêşmerge û kêşeyên helawestiyên din, kombibin û amadekariyê ji bo destpêkirina guftûgoyên bi navê çareserkirina kêşeyan li çarçêweya destûra Iraqê da bikin.
Her dû alî hevrê bûn ku qonaxa paşarojê li Iraq û navçeyê pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye û derfet û bingeheke baş ji bo çareserkirina kêşeyan dirûst bûye ku divê bi giyanekî niştîmaniyaneya hevbeş ve li berjewendiya tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê da bê û sûd jê bê wergirtin.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku kûrahiya stratejiya Herêma Kurdistanê Bexdaye û çareseriya doza Herêma Kurdistanê li Bexdaye, ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê xwazyar û amadeye çareserkirina hemû kêşeyan li ser bingeha destûr û berjewendiya niştîmanî bike.