Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî weke Serok dest bi kar bû

2019-05-01T03:03:22.000000Z
Bikarkirina fermî
Roja Duşemê di rêûresmekê de li Hewlêrê Cenabê Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dest bi kar bû.

Serok Barzanî, ku Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bû, roja 28ê Gulanê bi komdengî hat hilbijartin, û di civateke taybet ya Perlemanê de li Hola Se`d Ebdulah Serok Barzanî li pêşiya bi sedan ji kesayetên mezin yên niştîmanî û navdewletî Sûnda Yasayî xwar.

Di gotara xwe ya yekem de weke serkirdeyekî nû-hilbijartî, Serok tekez kir ku Kurdistan “beşekî diyar û kara ji navçeyê û ji Civaka Navdewletî ye” herweha “roleke berçav di parastina seqamgêriya aborî û siyasî li navçeyê lîst”

Herweha serbar kir: “ji bo wê yekê, qunaxên bê, pêşxistineke bêtir ji hevkarî, hemahengî û pêşxistina peywendiyan bi Iraq, welatên herêmî û dostên me li Cîhanê ji Herêma Kurdistanê dixwaze … em dixwazin ji bo vê mebestê destê xwe dirêj bikin; ji bo alîkarî, hemahengî û karê hevbeş bi hemûyan re”

“Nifşê niha û nifşê berê hêjayî pêşerojeke baştir in”

“Serkeftin di warê xwendin, şarezahî li zanistê, pêşketina tiknolojî û endazyariyê hevdemê pêşketinê di zanistên Civaknasî, Pizîşkî, Derûnasî û Geşepêdana Mirovî dê civaka me berev pêşerojeke baştir û geştir bi rêve bibin.”