2019-06-19T11:17:22.000000Z
Li civîneke li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşem 19/06/2019 birêz Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya ji bo lêkolîna li tawanên Da'îş, rol û qurbanîdana Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorê û parastina pêkhatan bi bê cûdahî û hewandina wan bilind nirxand.
Rêzdar bi kurtî di derbarê karên xwe yên li komkirina belgeyan li gor pêverên navdewletî û bi dûvdaçûna doz û keysa tawanên Da'îşê, piştgîriya yasayî ji bo karên wan û cûreyên tawanên hatine encamdan ku li Iraqê de ji bilî yasaya tawanên terorê, yasaya tawanên ceng û jenosaydê nîne. Her wiha serdana meydanî ya gorên bi kom û hildana wan, hemahengiya li gel her dû hikûmeta Iraq û Herêmê û peydakirina tawanbaran û mîsogerkirina dadgehî kirina wan, xiste rû. Tekez jî li ser girîngiya hemahengiya dezgehên peywendîdarên li Hewlêr û Bexda kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî destxweşiya li karê tîmên wan, amadehî û pabendiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û karê hevbeş li gel tîma Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Iraqê ya ji bo pêkanîna dadweriyê li vê dozê da dûpat kir. Her wiha bi kurtî di derbarê qurbanîdana Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna Da'îşê pêşkêş kir û tekez li ser pabendbûna Herêma Kurdistanê bi prensîp û bingehên pêkvejiyanê û parastina pêkhatan kir.