2019-07-06T18:01:16.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spasî kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide ku li qonaxekî dijwar da Herêma Kurdistanê birêvebir û bi ruh û giyanê yektîmî rûbirûyê dijwarî û qeyranan bû.
Li hevdîtineke li gel Encumena Wezîran û hejmarek ji berpirsên Hikûmetê, êvariya îro şemî 06/07/2019 birêz Serokê Herêma Kurdistanê, li gotarek da spasî hemû aliyên beşdarên hikûmetê kir û hemû piştgîriyekî xwe ji bo birêz Serok Wezîrê nû û kabîneya nû dûpat kir.
Eve jî naveroka wê gotarê ye:
Birayê minê xweşdivî Kak Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê!
Wezîrên birêz, tîma Encumena Wezîran, Şêwirmend û ew hemû birêzên îro li vir kerem kirine!
Êvar baş..
Hûn hemû bixêrhatin...
Berî kabîneya nû ku bi hêviya xwedê bi zûyî destpêdike, îro ew nûçe bi me gihîşt bi xweşhaliyê ve ku ji aliyê YNK ve dîsa birêz Kak Qubad Talebanî wekî Cîgirê Serokê Hikûmet hatiye destnîşankirin. Di destpêkê de pîrozbahiyê li wî û li wan birêzan dikim ku li partiyên din jî hatine destnîşan kirin ji bo postên wezaretên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.
Ez ji vir ve dixwazim li vê rojê da behsa hinek tiştan bikim ku li destpêkirina kabîneya heştem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, destpêkeke gelek xweş me bi pêkve destpêkir. Em hemû weku tîm pêkve li roja yekema kabîneyê me hewl da ku karên baştir li hemû warek da bikîn, bo ku Kurdistan berev qonaxekî nû û berev qonaxekî baştir ve biçe. Gelek mixabin şansa wê yekê me zêde nebû, her li destpêkirina sala 2014 qeyraneke ciddî li vî welatî bi birîna budçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda bi hêceta wê yekê ku me neft şandiye derve destpêkir, paşê hatina nêzîkî dû milyon koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, daketina nirxê neftê û hatina Da'îş ku ji bo me tiştekî nû bû li Herêma Kurdistanê.
Sînorê me hezar û sed kîlometir bû, em li şûna wê yekê ku pêkve bîn û li nav Iraqê bîn, sînor û tixûbê me li gel Da'îş hebû. Li vê qonaxa dijwar da ku bawer nakim li sala noht û yek ve Kurdistan tu demekî bi wê qonaxa dijwar da derbasbûbê, çi li rûyê siyasî ve, çi li rûyê aborî ve û çi li rûyê serbazî ve, tenê yek tişt karî wiha bike ku em berevaniya wan hemû tiştan bigrîn, yekem têgihiştina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bû li vê rewşa dijwar û piştî wê jî pêkvekarkirina me weku tîm.
Li vir da dixwazim birastî balê bikşînim li ser rola birayê xwe yê xweşdivî Kak Qubad Talebanî ku weku Cîgirê Serok Wezîr li wan hemû karên ku li wê demê de encam daye, spasiya wî bikim û spasî tîma Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bikim ku her hemûyan pêkve man û milê xwe dan ber wan dijwarî û wan nexweşiyên ku li vê rêyê da hebû li hemû rûyek ve û her ewe jî bû wiha kir em bikarîn îro li vir rawestîn ku kabîneyekî din li van rojan da tê pêkanîn. Lê belê eger behsa wê qonaxê bikîn, eger bi yekgirtiyî û yekrêzî û yektîmiya me nebûya, em sernediketîn.
Kak Qubad bi hemû wateya peyvê dewletdarî kiriye, ez dizanim gelek zext li ser hebû ji gelek aliyan ve, lê belê ewê ku ewî kir li wê demê da bi bê mucamele dibêjim weku hevkarek û birayek pêkve me kar kir. Hemû hewlekî ciddî daye bo ku Kurdistan li karên xwe da bi damezraweyî bê. Hewl daye çaksazî bi dirustî li vî welatî da bê encamdan û çaksazî bêkirin û zext jî li ser hebû. Ez li wî jî têdigihim ku qonax qonaxekî nû bû, li wê demê da û zehmet bû, hêsan nebû, lê belê rolekî gelek girîng dît li wan çaksaziyan ku me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da encamda, çi li rûyê şefafiyet li pirsa neft, li pirsa biyometrî û wan reforman ku li Wezareta Darayî de me encamdaye, cihên destên wî diyare û hêvîdarim li vê qonaxa niha de jî bi hêviya xwedê hevkarê tevahiya birêz Serok Wezîr jî dibê. Her dû pêkve bi hêviya xwedê dikarin qonaxekî baştir ji ya derbasbûyî bavêjin û li xizmeta Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê da bin.
Bîra min tê me her li vê avahiyê çendîn civînan kir bo ku qonaxên dijwar hatibûn pêşiya Herêma Kurdistanê. Ji bo min wekî şexs û Cîgirê Serok Wezîr Kak Qubad, ez bawerim mezintirîn û dijwartirîn biryar ewe bû em mûçeya mûçexwarên Herêma Kurdistanê gelek bi mixabiniyê ve kêm bikîn. Dijwartirîn biryar bû li jiyana me ya siyasî da.
Dixwazim li vir bi bîra we bînim ku têgihiştina hemwelatiyan û mûçexwarên Herêma Kurdistanê me ji wê rewşa dijwar rizgar kir û eger ew têgihiştin nebûya, zehmet bû em bikarîn wê qonaxa dijwar bi wî awayî derbasbikîn. Lê belê têgihiştin hebû, kêşe li vir û li wir hebû, lê belê têgihiştin ji bo rewşa Herêma Kurdistanê wiha kir me karî li ser wê qonaxa dijwar da serbikevîn û spas ji bo xwedê îro ji bo çend heyveke mûçeya mûçexwaran wekî xwe tê dayîn û hêvîdarîn li paşarojê de ewe dûbare nebê û hêviya wê rojê naxwazîn.
Dixwazim spasî wan aliyan jî bikim wekî min got weku yek tîm pêkve me kar kir û pêkve hatîn nav hikûmetê de. Gelek asayiye û raste helwesta siyasî wiha kir em ji hevdû veqetîn, lê belê li gel ewe da jî bo wê dema ku me pêkve kar kir, tu peyveke min nîne li vir da bibêjim tenê ewe nebê ku pir bi dil spasî her yek ji we dikim çi ewên ku li destpêkirinê me pêkve kar kir û çi ewên ku piştî wê jî em pêkve li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da mayîn. Îradeya me hemû aliyek bi pêkve me gihande vê rojê. Dixwazim li vir da balê bikşînim li ser wê yekê û spasiyeke taybet li Kak Rêbaz Hemlan bikim ku li vê qonaxa dijwar da wekî Wezîrê Darayî piştî vegerana Wezaret, karê gelek baş û xizmetekî baş pêşkêş kir û dixwazim ji vir ve spasiya wî bikim.
Spasî wan wezîran dikim ku neçarbûn ji bilî wezareta xwe bi wekalet karubarên wezaretekî din jî birêve bibin. Hem îş û karê wezaretên xwe birêvedibirin û hem wezaretên din. Dixwazim spasiya wan bikim. Rewş nexweş bû û naxwazim biçim ser wan naverokan. Ji ber ku li rûyê siyasî ve bêguman hemû armancek ewe bû ew hikûmet birûxê û kar dikirin ji bo wê yekê ku hikûmet nemîne. Êdî çendîn cûre peyv û nav peyda kiribûn, wekî hikûmeta înqazî wetenî, hikûmeta karbirêker.
Eger piçek paşve biçîn û bi bîra xwe bînîn, ev çar pênç sale gelek dijwar bûn. Ji bo we her hemûyan dijwar bû neku ji bo min tenê, lê belê eger ji bîra me neçê serkeftina me bi wê bû ku me karî pêkve karan bikîn û ji qeyranê derketîn ku bi rûyê Herêma Kurdistanê girtibû. Bi xweşhaliyê ve ji wê qeyranê derketîn û paşarojeke geştir ji bo welatê me û peywendiya me û Bexda çaverê dikîn. Em bawerin eve qonaxekî nûye û Herêma Kurdistanê dûpat dike ku dixwaze kêşeyên xwe li ser bingeha destûra Iraqê li gel Bexda çareser bike.
Kêşe û kêşeyê Kurd li Iraqê, her tenê piştî sala 2003 nebû, pêş vê berwarê jî hebû, ewê ku girînge îro eweye divê Bexda hizra ewe bike ku Herêma Kurdistanê Herêmekî Federaliye li gor destûra Iraqê û divê muamele û reftarên wê jî li gel Herêma Kurdistanê her li ser vê bingehê bê. Eger em li gel Bexda gihîştîn vê hevdû têgihiştina hevbeş, ez bawerim ew kêşeyên li navbera me û Bexda heye, têne çareser kirin.
Bêguman li wan rojên dijwar da dixwazim li bîra wan azîzan bi bîra we bînîm ewên bi navê berevanîkirina Kurdistanê canê xwe gorîkirin. Serê rêz û hûrmetê ji bo wan azîzan diçemînîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Spasî dezgehên emnî Polîs, Asayîş, Hawar Hatin û wan hemû hêzên emniyan dikîn ku li rojên dijwar da nehiştin Kurdistan berev aqarekî xerap biçe. Spasî karmendan dikîn, her yek ji wan li cihên xwe man û şev û roj kirin yek bo ku kêşe dirust nebê. Pir bi dil spasî wan mamostayan dikim ku nehiştin xwendin li Herêma Kurdistanê da rawestê û berdewam bûn li fêrkirina xelkê me û zarokên me.
Em eger bi wîcdan ve temaşa wan rojan bikîn û îro bibînîn, dibînîn ku li qonaxekî tevahî nû dayîn, dibînîn em berev asoyekî geştir diçîn, dibînîn ku Kurdistan berev asoyekî geştir diçe û hemû li encama ewe bûye. Raste wekî Serok Wezîr ew şerefa min hebû, ew baweriya min jî hebû li gel we yên birêz da, lê belê pêkve bûyîn û tu dem dahênanek yê yek kes nebûye û yê min nebûye, yan yê Kak Qubad nebûye, belku yê her me hemûyan bûye û me hemû pêkve kar kiriye û me kariye wan destkeftan bi dest ve bînîn.
Naxwazim zêdetir dirêjiyê bi axaftinên xwe bidim, bi hêviya xwedê li van rojan da kabîneya nû dest bi karên xwe dike, dixwazim dûpat bikim li pêgeha xwe wekî Serokê Herêma Kurdistanê palpişteke tevahî dibim ji bo birêz Serok Wezîrê nû û piştrastim ji wê yekê ku cenabê wî dikarê bi başî vê erka dijwar birêve bibe. Piştrastim pêkve li gel Kek Qubad û ew tîma ku li gel daye ji wan hizbên ku beşdarin li hikûmetê da, dikarin karê baş bikin û ewên ku rikeberin jî dikarin rola xwe ya erênî bibînin û palpiştekî mezin bin ji bo pêşxistina Kurdistanê û pêşxistina wê rewşa ku li Herêma Kurdistanê de me heye.
Dûbare bixêrhatina we hemûyan dikim û hûn hemû bixêrhatin.
Êvareke xweş ji bo we hemûyan.