2022-08-03T13:07:10.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 03.08.2022 bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serok Wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Nûnerên Netewên Yekgirtî, konsolxane û nûneratiyên welatên derve, berpirsên hizbî û hikûmî yên li parêzgeha Dihok û Mûsilê, xizmên qurbaniyan li navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê bi boneya bîranîna heştemîn salvegera jenosîda Êzdiyan li Şingalê û derdora wê ji aliyê rêxistina terorîst a Daîş ve, merasimek li dar xistin.
Piştî çend axaftinên parêzgarê Dihokê û Wezîrê Karûbarên Şehîdan, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:
Mêvan û beşdarên hêja.
Berî her tiştî ez bixêrhatina we hemûyan dikim, bi taybetî Nûnerê Serok Wezîr Mistefa Kazimî ku îro serdana me kir, konsolên welatên derve yên li Hewlêrê, ez bi germî bi xêrhatina wan hemûyan dikim.
Em îro heştemîn salvegera jenosîda Şingalê, karesata herî mezin a sedsala 21. a ku hat serê Êzdiyan û gelê Kurd, bi bîr tînin. Di vê rojê de em bejna xwe li ber giyanê şehîd û qehremanên Ezdiyan ditewînin.
Ev karesata DAIŞ ê bûye rûpeleke din a bi xwînî ya dîroka Kurdistanê û fermaneke din li ser Êzdiyan. 5 hezar jin, zarok û mêrên Êzdî hatin qetilkirin.
Heta niha 2 hezar û 717 Êzdî revandîne û 325 hezar jî di wargehên penaberan de ne. 100.000 Êzdî reviyane welatên cîhanê. Piraniya Şingalê hatiye wêrankirin û gelê wê bê mal mane.
Di nava çend rojan de bi hezaran Êzdî hatin gullebarankirin û di gorên komî de hatin veşartin. Bi hezaran keç û xwûşkên Êzdî dîl hatin girtin û ew kirîn û firotin. Wan hewl da ku wan bi zora çekan û kuştinê veguherînin.
Gelî bira,
Ez dizanim ku dilê we tije xem û hesret e. Xema we mezine. Ev hejmar pir xemgîn in. Lê divê em hertim mezinahiya vê karesatê li ber çavan bigrin, da ku em hewl bidin û kar bikin ji bo di zûtirîn dem de çareser bikin û bandorên wê kêm bikin û hewl bidin ku careke din ev karesat li ser gelê me dubare nebe.
Li vir gotineke Êzdiyan tê bîra me:
Gelek hene, dilşikestî
Bi şev xewa xwe birîn
Li gel û miletê xwe xwedî derkevin
Li dinya û axretê li tu bazarê nayên firotin.
Gelê Êzdî.
Ji rojên destpêkê yên vê karesatê me soz da ku ji bo parastina Êzdiyan çi ji destê me bê em ê bikin. Tevî komkujî û wêrankirina Şingalê, revandin, kirîn û firotina xwûşk û dayikên Êzdî ji her tiştî zêdetir dilê Êzdiyan û dilê tevahiya gelê Kurd birîndar kir. Vê yekê ji me re birînek vekiriye û bi hêsanî nayê ji bîrkirin.
Ji wê demê ve me nivîsîngeheke rizgarkirinê vekiriye, û heta niha me kariye 3554 mêr, jin û zarok rizgar bikin. Me soz da ku heta jin, mêr û zarokek dîl nemîne em ê xebata xwe bidomînin, ev erka me ye û ya herî kêm jî ji bo gelê xwe, ji bo xwûşk û birayên me yên Êzdî westandin tuneye. Daxwazê ji her kesê ku zanyariyek derbarê revandinê de heye, hevkariyê ligel nivîsîngeha revandinê bike da ku em kesê revandî bibînin û bi îzna Xwedê wî rizgar bikin.
Di dema vê karesatê de, bi alîkariya xelkê hêja yê parêzgeha Dihokê û Netewên Yekgirtî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi lez û bez kar kirin.
Piştgiriya ji bo penaberên Şingalê, alîkariya xelkê ji bo penaberan cihê serbilindî û spasiyê ye. Gelek spas ji bo xelkê Dihokê, spas ji bo xelkê Zaxo, spas ji bo hemû xelkê Behdînan, spas ji bo hemû xelkên ku li vê herêmê dijîn, mamostayên olî, rewşenbîr, mamostayên zanîngehê, mamosta û hemû kesên ku di wê rojê de rawestiyan, ez qet ji bîr nakim penaberên Êzdî, li hinek cihan mamostayên olî biryara valakirina mizgeftan ji bo wan penaberan dan, ev wêneya jiyana hevbeş bi taybetî li Kurdistanê û bi taybetî li parêzgeha Dihokê cihê şanaziyê ye ji bo gelê me û parêzgeha Dihokê, ji bo Kurdistanê û ji bo me hemûyan û divê ev yek her bimîne û ev bihevre jiyan berdewam be.
Hevalên hêja.
Di heman demê de Serokê me Mesûd Barzanî soza azadkirina Şingalê û parastina mezargehên Şerfedîn û Laleşa Nûranî da. Li sengerê Şingalê navenda xwe ya qadê ava kir û heta roja ku li Çiyayê Şingalê mizgîniya serkeftinê da, li Şingalê dest ji têkoşînê berneda, soza ku dabû gelê me bi cih anî.
Pêşmergeyên merxas yên ku ji bo azadkirina Şingalê şehîd bûne û çiyayê Şingalê parastine, her tim li cem gelê Kurd rêzdar in, qehremanî û xwîna wan nehişt ku DAIŞ Êzdiyan ji nav bibe.
Ez spasiya hemû rêxistin û kesayetên Kurd ên ku li derveyê welat ji bo hişyarkirina karesata Şingalê û piştgiriya Êzdiyan xebat kirine, dikim. Ez spasiya welatên hevpeyman dikim ku di wan rojan de alîkariya me kirin ji bo azadkirina Şingalê, em hêvîdar in ku berdewam bin da ku ev karesat li piraniya welatên cîhanê wek jenosîd bê naskirin.
Beşdarên hêja.
Kurdistan û Êzdiyatî nasnameya dîrokî ya hevpar a netewe û erdnîgariya me ye. Êzdiyatî li Kurdistanê oleke qedîm e û beriya hatina olên din jiyan û têkiliyên mirovan li Kurdistanê bi rêk xistiye.
Êzdiyatiyê di nivîs, kevneşopî û sirûdên xwe de dewlemendiya ziman û çanda gelê Kurd parastiye. Kurdistan navenda Êzdiyatiyê ye. Wateya Êzdiyatiyê li Kurdistanê şert û bingehê Êzdiyatiyê ye.
Lewma divê Êzdî li Şingalê li Kurdistanê li ser axa xwe bimînin. Divê dev ji ronahiyê bernedin û wan ji xwediyên xwe mehrûm nekin.
Ji bo Êzdiyan ji Kurdistanê dûrketin zehmet e, dûrbûna Êzdiyan ji Kurdistanê metirsiyeke mezin e li ser Êzdiyan. Kurdistan û Êzdîtî du bawerî û erdnîgarî ne ku bi hev ve girêdayî ne û kes nikare van herduyan ji hev veqetîne, ji ber ku baweriya Êzdiyatiyê li Kurdistanê ava bûye, weke Êzdî dibêjin:
Bersiva Kurdistanê bide
Bila baweriya xwe ava bikin
Şerfedîn Mîr Li diwane
Ez bang li hemû welat û saziyên navneteweyî dikim ku piştgiriyê bidin herêma Şingalê û gelê Êzdî yê hatine qirkirin. Ya girîng ew e ku di avakirina herêma Şingalê de, xizmetguzarî û hemû pêdiviyên Êzdiyan li ser axa xwe piştgirî bidin Êzdiyan. Penaberên li welatên cîhanê ji bo windakirina Êzdiyan metirsiyeke mezin e.
Weke hemû gelê Kurd, Êzdî jî bi destê hemû rejîmên berê yên Iraqê rastî jenosîdê hatine. Rejîma berê bi dehan gundên Êzdiyan wêran kirin, gelek Êzdî bi komî girtin û wenda kirin û nasnameyên wan guhertin. Piştî sala 2003’an rastî êrîşên hovane yên El Qaîdeyê hatin, weke darvekirina 40 karkerên Êzdî li Mûsilê, komkujiya Gir Uzeyr û Siba Şêxder. Piştî wan DAIŞ’ê bi awayekî sîstematîk herêma Şingalê qir kir.
Komkirina bi dehan belge li ser vê tawana DAIŞ ê ti gumanê nahêle ku tişta ku li dijî Êzdiyan hatiye kirin li gorî yasayên navdewletî jenosîd û tawanên dijî mirovahiyê ye.
Bi gotineke din, erkekî yasayî, exlaqî û mirovî ya civaka navdewletî ye ku piştevaniya Êzdiyan bike.
Xweşbextane Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku komkujiya Şingalê jenosîde. Yasaya piştevaniya jinên rizgarbûyî yên Êzdî û kêmîneyên din jî li Parlamentoya Iraqê hat qebûlkirin. Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji bo dadgehê bi hezaran delîl kom kirine û li gelek welatan hewl tê dayîn ku karesata Şingalê weke jenosîd bê naskirin.
Ev hemû gavên mezin ji bo parastina Êzdiyan in. Lê heta niha yasaya piştevaniya jinên Êzdî yên rizgarkirî bi temamî nehatiye cîbicîkirin, ji ber nebûna ewlekarî û xizmetguzariyê li Şingalê rewşa awareyên li wargehê gelekî xerab e.
Gelê Êzdî hê jî di bin bandorên neyînî yên qirkirinê de dijî. Ji bo vê jî pêwîstî bi karekî zêdetir ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Divê ji bo vê mijarê jî piştgiriyeke vekirî ji welat û rêxistinên navneteweyî bê kirin. Êzdî mexdûrên jenosîda rêxistineke ku dijminê hemû mirovahiyê bû. Çi dibe bila bibe divê ji bo Êzdiyan alîkarî bê kirin.
Beşdarên hêja.
Rewşa Şingalê hê jî awarte ye, bi deh hezaran malbat nikarin vegerin herêmê. Rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de heta niha nehatiye bicîhkirin. Li Şingalê ti rêveberiyeke yasayî nîne, pirsgirêka hebûna hêzên çekdar yên li derveyî sîstema berevaniyê ya Iraqê hê nehatiye çareserkirin. Metirsiyên li ser Êzdiyan û gelên wan ji nedîtî ve tên.
Şingalê asayî bikin. Yên ku rê li asayîbûna rewşa Şingalê digrin, xema Êzdiyan û Şingalê naxwin. Divê êdî Şingal weke karteke siyasî neyê bikaranîn. Divê êşên gelê Şingalê nebe lîstikeke siyasî. Divê rê bê dayîn ku rewşa Şingalê asayî bibe.
Beriya her tiştî erkê Hikûmeta Iraqa Federal bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rewşa Şingalê asayî bike, li herêmê rêveberiyeke rewa ava bike, hêzên ne rewa ji nav bibe û xelkê herêmê ji bo parastinê kar bike. Xwe îdare bikin.
Parêzgehkirina Şingalê û terxankirina bûdceya pêwîst ji bo vê armancê dikare bibe sedemek gelek baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şingalê û ji holê rakirina mîrateya karesatê. Bi vê pêngavê jî dê gelên herêmê vegerin ser axa bav û kalên xwe.
Ji bo vê mebestê ez bang li hemû aliyên Kurdistanî û Iraqî dikim ku piştgiriya vê pêşniyarê bikin. Her wiha bang li rêxistinên herêmî û navnetewî dikim ku erka xwe ya li hember gelê Êzdî û Şingal a ezîz ji bîr nekin.
Yanî Êzdî hê jî di xem û xîzê de ne. Piştî jenosîdê pêdiviya Êzdiyan bi lênêrîneke taybet heye û divê ev yek bê kirin.
Beşdarên hêja,
Weke em hemû jî dibînin, rewşa siyasî û ewlekarî li Iraqê her ku diçe aloztir dibe. Nakokiyên di navbera hêz û partiyan de gihiştiye asteke gelek metirsîdar! Pêwîstiya Iraqê bi hevkariya hemû hêz û aliyên siyasî heye. Parastina aştî û aramiya Iraqê erk û berpirsiyariya hevpar ya hemû hêz, partî û pêkhateyên Iraqê ye.
Aştî, ewlehî û aramiya tevahiya Iraqê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber wê jî careke din bang li hemû hêz û aliyên Iraqî dikim ku hemû pirsgirêkan bi hev re li ser maseya gotûbêjan çareser bikin.
Her wiha banga yekrêzî, yekîtî û hevkariya hevbeş a hêz û aliyên Kurdistanî dikim. Îro di vê rewşa hestiyar û aloz de, pêwîstiya Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir bi yekrêziyê heye. Eger em yekdeng bin, emê bikaribin destkeftên mezintir bi dest bêxin, emê bikarin alîkariya xwe û xwûşk û birayên xwe yên li Iraqê bikin da ku ji rewşa niha derbas bibin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li aliyên siyasî kir ku nakokiyên xwe yên li ser hilbijartinan çareser bikin û ji bo diyarkirina roja hilbijartinan bigihin hevtêgihiştinekê.
Em hêvîdar in ku heştemîn salvegera karesata Şingalê bibe handana gavên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê Şingalê, asayîkirina rewşê, pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwîst û avakirina herêmê.
Tevî vê trajediya mezin, berxwedana Êzdiyan hêjayî rêzgirtin û nirxandineke mezin e. Bi vê bawerî û berxwedanê ez bawer im emê karibin birînên wan bipêçin û ber bi pêşerojeke baştir û geştir a gelê xwe ve bimeşin.
Spas ji bo amadebûna we.
Bila serê hemû qurbaniyên karesata Şingalê sax be.
Bi taybetî spasiya Parêzgeha Dihokê û Parêzgarê Dihokê dikim ji bo piştevanîkirina berdewam bo penaberên Şingalê û penaberên din yên devera Dihokê, çi Mesîhî, çi Êzdî û yên hatine vê deverê. Min gelek caran gotiye û ez dubare dikim ku xweşiya Kurdistanê ev tabloya jiyana me ya hevbeş e. Hêviya min ew e ku miletê me çi Misilman, çi Êzdî, çi Xiristiyan, çi Ereb û Turkmen, dixwaze em li vî welatî bi hev re bijîn, berpirsiyariya me ya hevpar û paşeroja me bi hev ve girêdayî ne. Em bi yekrêziya bi rehma Xwedê gavên mezin ber bi paşerojê biavêjin.
Dîsa bi xêr hatin û gelek spas ji bo amadebûna we.