Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka rewşa Iraqê guftûgo kirin

2019-12-04T14:38:58.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî bi kovanî û peroşiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rewşa Iraq û aramiya siyasî û emniya welat dûpat kir û hemû amadehiyeke Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyek bi navê çareserkirina kêşeyan û aramiyê da nîşan da.

Êvariya îro sêşem 03/12/2019 li Hewlêr birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civînek da li gel birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanên li Bexda û parêzgehên dinê navend û başûrê welat xiste ber behs û tekez li ser parastina aramiyê kir. Hevkarî û hemahengî û pêkve kar kirina aliyên Iraqiyan ya ji bo çawayiya muamelekirina li gel rewş û rûdanan da, bi erk û berpirsiyariyetiya hemûyan da zanîn.

Guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda û hewlên ji bo rêkeftina li ser babeta budce û neft, pêşhatên dawî yên navçeyê û çend babetekî dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, beşekî dinê vê civînê bûn.