Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya 25ê Mijdarê

2023-11-25T09:40:58.000000Z
Nûçe
Îro 25ê mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, em careke din piştgiriya xwe ya tevahî ji bo kampanyaya 16 rojan ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dubare dikin. Em bi tundî li dijî her cure tundiya li ser keç û jinan û destdirêjiya li ser wan li her deverê û ji ber çi sedemê be, radiwestin.

Di vê rojê da em hemû jinên ku ji ber zayend û cudahiya xwe rastî zextan hatin û jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Ti tişt nikare dadiya êşa mezin ya malbat û dê û bavên van qurbaniyan bîne cih. Tenê rihetiya wan ew e ku em hemû bi hev ra bixebitin da ku edaletê ji qurbaniyên wan re cîbicî bikin. Her wiha em rola jinên çalakvan, mamostayên olî û hemû kesên ku bi her awayî ji bo baştirkirina rewşa jinan kar dikin bilind dinirxînin.

Bi vê minasebetê em pêdagirbûna xwe dubare dikin ku bi îradeyeke bihêz û ciddî li hember hemû tundutîjî, binpêkirinên û destdirêjiyek li ser jinan û mafên wan rawestin. Emê li ser hemahengî û xebata digel aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê, Iraq û qada navdewletî berdewam bin. Em dê ti carî dest ji xebatên avakirina civakek azad, dadmend û wekhev bernedin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.11.2023