
Bi helkefta heştê Adarê, roja cîhanî ya jinan, bi germî pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Li hewl û xebatên pêkanîna dadperwerî û wekheviyê da, ji bo wan hêviya pêşkeftin û serkeftinên zêdetir dixwazim. Hemû piştgîriyek ji bo berdewamiya rola wan ya bi bandor ya li binyatnana civakek azadtir, dadperwertir û pêşketîtir da dûpat dikim.
Jin, li Kurdistanê bi dirêjahiya dîrokê, li qada xebata siyasî û rûbirûbûnê de, her wiha li tevahiya kiyanên jiyanê da, amadehî, wêrekî û berxwedaniya xwe da ye xûya kirin. Ew beşeke veneqetiyê li karwana azadiya Kurdistanê de bûye. Îro jî berdewame û rola xwe li siyaset, aborî, birêvebirin û perwerdeyê de, bi awayeke çalak beşdariya hemû warên jiyanê de dike. Em şanaziyê li pêgeh û destkeftên jinên Kurdistanê dikîn. Lê belê ewe jî dizanîn ku ji bo mîsoger kirina mafên wan û parastina wan ji tundî û cûdakariyê, her wiha ji bo bihêz kirina pêgeha wan ya li hemû kertan da, zêdetir karê hemû aliyan jî pêwîste.
Bi dawî anîna tundiya dijî jinan, parastina mafên wan û dabîn kirina jîngehek ku beşdariya wan bi wekhevî li hemû warên jiyanê da mîsoger bike, berpirsiyariyeke giştî ye. Li ser me hemûyan wekî take kes, malbat, perwerde û li hemû sazî û damezraweyan û li civakê de, divê hewlên zêdetir bidîn, ji bo piştrastbûna wê yekê ku Kurdistan mînakek bê li wekhevî, dadperwerî û mafên mirovan de. Her wekî ku me herdem tekez kiriye, avakirina civakeke demokrasî û pêşketî, bêyî mîsoger kirina maf û azadiya jinan û bihêz kirina rol û pêgeha wan ya li hemû waran da, pêk nayê.
Li vê bîranînê de bi rêz û rûmetê ve wan hemû jinên ku cangoriyên mezin dane, her wiha wan hemûyên ku bûne cangoriyê tundî û tundrewiyê, bi bîr tînîn. Pêdagiriya xwe ya berdewam, ji bo pejirandina çanda pêkvejiyan, lêborîn û wekheviyê dûpat dikîn. Her çi ji destê me bê, li warê avakirina civakek ku têda jin hevbeşeke rastîn bê, li avakirina paşerojê da, kêmasiyê nakîn.
Silav ji bo wan hemû jinên ku bi navê mafên xwe da xebatê dikin.
Silav ji bo ruhên cangoriyên tundiyê.
Her bi rûmet bê roja cîhanî ya jinan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08 ê Adara 2025