2019-11-12T11:24:48.000000Z
Îro sêşem 12/11/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, beşdariya rêwresma derçûna xula 26ê pêgihandina efserên Kurdistanê ya li Kolêja Serbaziya Zaxo kir û têda gotarekî pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:
Amadebûyên birêz!
Berî ku dest bi gotara xwe bikim, hez dikim silav û rêz û xweşdiviyên xwe ji bo xelkê bajarê Zaxo rabigihînim. Bi xêrhatin û spasya wan dikim. Zaxo malbenda Kurdayetî, Zaxo malbenda Kurdperwerî, Zaxo cihê Pêşmerge û xebat û têkoşîn û berxwedane. Rêz û silavên germ ji bo hemû xelkê Zaxo û navçeyên dewrubera wê dikim.
Gelek spas ji bo vê derfetê, gelek spasî we dikim çend sale we derfetê daye ev akademî li vir bê vekirin ku cihê şanaziyeke ku ne tenê ji bo Kurdistanê û bajarê Zaxo, neku tenê ji bo devera Behdînan, belkû cihê şanaziye ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê. Gelek spas ji bo mîhvandariya we û hûn hemû bi xêrhatin.
Xweşhalim ku îro pêkve, beşdarî li ahenga derçûna xula 26 ê pêgihandina efserên Kurdistanê dikin. Pîrozbahiyê li derçûyan û ji bo rêxistin û birêvebirina vê xulê destxweşiyê li Kolêja Serbaziya Zaxo dikim. Spas ji bo hewl û keda serpereştiyar û mamostayan û rahêneran û Amîdê Kolêja Serbazî û spasî ji bo hemû aliyek dikim.
Geşepêdana berdewam bi şiyana miroviyan, girîngtirîn merc û pêdiviyên pêşketin û pêşxistina li her kertek da bi cûreyek bersîvdana daxwaza qonax û rûhê serdema wê bê. Efser, çeqê plandanan, taktîka cengî, rêkxistin û birêvebirina hêzên serbazîne, ji bo wê yekê şiyansaziya berdewam ya li çîna efseran, mezintirîn veberhênane li kertê serbazî da. Ji ber ku sermayeya mirovî li ser rûyê hemû çavkanî û sermayeyên dine.
Zanista serbazî wekî her zanistekî din, paşxan û bingeha zanistiya xwe heye û hevmilê pêşketina bi lez ya teknolojiya û keresteya cengî, bi berdewamî li pêşketin û nûbûnê daye. Xula pêgihandin û fêrbûna berdewam, pêwîstiyekî girînge ji bo hemû efseran, belku ji bo hemû hêzên çekdarên li Herêma Kurdistanê ye. Perwerdekirin û pêgihandina li ser bingeha niştîmanperwerî û mirovdostî û hesta berpirsiyariya, cengawerî xwediyê bîr û bawer û bergirîkarê xwediyê îrade li maf û bihayên niştimanî û mirovayetiyê berhem tîne.
Efserên xweşdivî!
Hûn li gel hemû efser û Pêşmerge û karmendên hêzên çekdarên Kurdistanê, mertala hemdemî û amadebaşiya vê niştimanê ne ji bo bergirîkirina li hebûn û mafên gelê xwe. Bîr û baweriya niştimanî û bihaya bilinda mirovî, bingeha serekiya bîrkirin û şêwaza reftarên we ye.
Pêşmerge û hemû hêzên çekdarên Kurdistanê, hêzên xwedî moral û aştîxwaz û jiyandostiyêne. Hûn xwediyê wê bîr û baweriyêne. Pêşmerge ku li cîhanê da bi sembola îrade û berevaniya li azadî û şaristaniya mirovayetiyê hatiye nasîn, xwediyê wê paşxana bîr û bawerî û bihaya mirovî ye.
Derçûyên xweşdiviyê li xula 26 ê pêgihandinê!..
We ku şansê ewe hebûye beşdarî vê xula zanistî û perwerdeyiyê da bikin û bi zanyarî û şarezayiyekî zêdetir ve vedigerin ser karên xwe. Girînge berhema serkeftina we ya li vê xulê da bi kirdarî li kar û şiyanên we da reng vedide, bi hevkariyê sûdmendî wê şarezayiyê dibin bi we dest ve aniye. Kesên serkeftî ewin ku berdewam hewla fêrbûna zêdetir didin bo ku erkên xwe bi awayeke baştir û guncavtir bi cîh bikin.
Warê xizmet û erkê we, li erkê herî pîroze li vî welatî da, hêjayî eweye li astekî bilind û xwestî da bê. Hûn li gel hemû hêzên Pêşmerge û hêzên çekdarên Kurdistanê, herdem li asta çaverêyiya gelê xwe da bûn. Şikest pêanîna terorîstên Da'îş, belgeya zîndî ya vê rastiye ku heta niha jî û heta hetayê Kurdistan şanaziyê pêve dike. Kurdistan şanaziyê bi berxwedan û xebata we û keda we ya li sengerên bergiriyê dike. Şanaziyê bi wê yekê dike ku wan zarok û gedeyên wekî heye ji bo berevaniya li ax û niştiman û ji destkeftên vî welatî û vî gelî.
Birêzan...
Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzekî çekdarî niştimanî xwediyê dîsiplîn û prensîpa pêşketiye. Hêza yekgirtî, xwediyê bîr û baweriya niştimanî, li ser rûyê hemû mebestekî siyasî, hîzbî, neteweyî, olî û mezhebî ve bê, Hêzekî amade û pêgihandî be li ser bingehên mirovî û rêkeftinên navdewletiyên taybet bi ceng be.
Hêza parastina gel û welat û destkeftan bê, nabê hêza hizbî û aliyan û grûpan bê. Divê dûr bê ji nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo merama siyasî û yek alîkirina kêşeyên siyasî bi tu awayekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nabê bê bikaranîn. Pabend û bestiyê dilsoziya niştiman, ya ji bo Kurdistan û Kurdistaniyan bê, divê bingeha perwerdeyî û xebat û karê we bê. Pêşmerge bi xwe divê qebûl nekê, Pêşmergeyê hizb û aliyan bê, divê Pêşmergeyê Kurdistan û destkeftan û gelê me bê.
Hêzekî nîzamiya têr û tije ya li asta wan gefan da bê ku li ser Herêma Kurdistanê de hene. Bikarê rûbirûyê metirsî û gefan bibê, pişt bi xwe bibestê. Ji bo hemû egerek amade bê û nekevê rewşên tengavên ji nişka ve rû didin.
Pêşmerge û hêzên emnî û xwebexş, li şerê Da'îş merdane berevaniyê kirin û qurbaniyên mezin dan, ew şer ji bo Pêşmerge ezmûnekî bi tevahiya nû bû. Ezmûnekî giran û dijwar bû. Derfetek jî bû heta kêmasî û kêşeyên xwe yên li rûyê serbazî de baştir bibînîn. Waneyek bû ku divê jê fêr bibîn û bizanîn çawa hêzekî têr û tije ya yekgirtî, li ser bingehên serbazî de ava bikîn.
Li şerê terorîstên Da'îş da tu cûdahiyek li navbera Pêşmerge û çekdarên vê hizb û wê hizbê, ev alî û wî aliyî da nehat kirin. Metirsî û gef wekî hev li ser me hemûyan bû. Metirsî û gef wekî hev li ser hemû Kurdistanê bû. Ji bo wê yekê diviya Pêşmerge jî yê her aliyek bûbê, pêkve bi yek hêz û yekgirtî li heman sengerê da berevaniyê bikin. Pêkve qurbaniyê bidin, pêkve cangoriyê bikin û şehîd û birîndar bibin. Pêkve destana serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê tomar bikin.
Li paşarojê da jî her metirsî û gefek, ji her şerek bi ser Kurdistanê de bigrê, me hemûyan digrê û rûbirûyê me hemûyan dibê. Cûdahiyê li navbera vî aliyî û wî aliyî da nake. Her gefek li ser niştiman, gefe li ser çarenivîs û paşaroja me hemûyan bibê cûdahî li rûyê alîgiriya ideolojî, hizbî, neteweyî, olî û mezhebî. Ji bo wê yekê divê pend û wane ji ezmûnên berê werbigrîn û divê hêzekî yekgirtiya Kurdistaniyane nîzamî û têr û tije bi prensîp û disiplîna serdemiyane ava bikîn. Hêzek li yek navenda biryar ve kontrol û serkirdayetiya wê bê kirin û bibê yek ji sîmayê diyar û bi heybetên Herêma Kurdistanê.
Hêzek ku li proseyekî geşepêdana berdewam da bi meşq û rahênan, xula pêgihandin û şiyansazî, fêrbûna berdewam û wergirtina zanista nû, bihêz û pirçek bê kirin. Heman demî de jiyan û guzeraniyeke baştir ji bo hemû efser û Pêşmerge û karmendên wê û hêzên niştimaniye ku hêjayê erkên pîrozên wê bê û birexsê.
Birêzan!
Êdî dema eweye ku bi wêrekî ve kêmasî û giriftên xwe yên li warê serbazî da destnîşan bikîn û bi giyanekî niştimanî ve dûrî li hizbayetî û aliyan û alîgirî, bi wêrekiyê ve biryar li ser nehiştina berbestên li pêş yekxistin û pêşxistina Pêşmerge bidîn û em hemû pêkve kar ji bo serxistina proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û hêzên çekdaran da bikîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê bi girîngiyê ve û bi ciddiyetekî zêde ve, babeta yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya Wezareta Pêşmerge bi girîng wergirtiye û kar ji bo wê dike. Ji bilî berbestan, em bi hewl û dilsoziya hemû aliyan xemxûrên Kurdistan û dostên xwe, berdewam dibîn û hemû hewlek didîn ji bo bi encam gihandina vê erka pîroz ku xwîna şehîdên Kurdistanê û xebata berdewamiya Pêşmerge daxwaz ji me dikin ku em jî bi piştrastiyê ve li gel hemû aliyan û kesên dilsozên niştimanî ya Kurdistanê ve dixwazin.
Cihê xwe ye li vir da spasî rola hevkariya dostên me bikim, li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi Serokayetiya Wîlatên Yekgirtiyên Amerîka ji bo wê hevkariyên ku li dostên xwe kirin, çi di dema şerê dijî Da'îş û çi di dema aştiyê da ku pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Her li hekvariya maddî û cengî û lojistîkî ve heta digihe meşq û rahênana bi Pêşmerge û hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê. Bi heman awayî jî hevkariyê li proseya çaksazî û rêxistin û yekgirtina Pêşmerge li gel welatên Brîtanya û Almanya û Holanda û welatên din, ew hevkariyên wan hemû cihê rêz û pêzanînê ye û Herêma Kurdistanê bi çavê rêz û spasiyê ve li wan dinêre.
Dixwazim li dawiyê da dûbare pîrozbahiyê li we bikim û li vê qadê ve silav ji bo giyanê pak yê hevsengerên we şehîd re dişînîn li hemû Kurdistanê û bîranîna wan bixêr û rêya wan herdem pir ronak bê ji bo xizmeta welat û destkeftên gelê me. Hêviya başbûn û vegerandinê jî ji bo hevalên we yên birîndar re dixwazim. Serê rêz ji bo malbat û kesukarên şehîdan diçemînîn ku azîzên xwe bi niştiman bexşîn ji Zaxo heta digihe Xaneqîn û hemû cihên dinên Kurdistanê.
Dûbare pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim û li jiyana xwe da her serfiraz bin.
Gelek spas...