2021-06-09T16:52:59.000000Z
Îro çarşem 09.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dominic Raab Wezîrê Derveyê Brîtanya û şandeke li gel kir.
Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serok, Cîgirê Werok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanya li Bexda û Konsolê Giştiyê Britanya li Hewlêr amade bûn, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, derfeta kar û veberhênana Brîtanî li Herêma Kurdistanê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, proseya yekxistina wan û hevkariya Brîtanya li vî derbarî de, metirsiyên terorê û şerê Da'îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, aramî û pêşketinên dawî yên Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, hate nirxandin.
Birêz Wezîrê Derveyê Brîtanya dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê dinêre û xwazyarê zêdetir pêşxistina peywendî û hevbeşî û alîkariya di navbera her du aliyane û ji bo vê mebestê birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî ji bo serdana Şahnişîna Yekgirtî vexwendin.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamî û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanyayê kir û balkişand li ser peywendiya dîrokiya Herêma Kurdistan û Brîtanya û spasî dostayetî û piştgîrî û hevkariya berdewamiya Brîtanya ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Piştî civînê jî birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Brîtanya li civîneke rojnamevaniya hevbeş da ji bo rojnamevanan behsa naveroka civînê kirin.
Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî got:
Bixêr bên...
Bi xêrhatina birêz Wezîrê Derveyê Brîtanya û şanda li gel dikîn. Xweşhalîn ku li vê demê de li çarçêweya sefera wan ya Iraqê serdana Kurdistanê dikin. Li civîna xwe da me behsa çend babetek kir, hindek ji wan: Pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, kêşeyên Hewlêr - Bexda û hewlên çareserkirina wan, şerê dijî terorê, metirsiyên serhildan û bihêzbûna Da'îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa navçeyê bi giştî û çend babeteke girîng û hevbeş.
Peywendiyên xwe yên li gel Brîtanya bilind dinirxînîn, spasî piştgîriya berdewamiya Brîtanya li gelê Kurdistanê dikîn. Hevbeşê gelê Kurdistan li gel Brîtanya (30) sal berî niha li çiyayên Kurdistanê destpêkir. Nîsana sala 1991, Brîtanya li gel welatên dinê Encumena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî, biryara (688) derxistin. Brîtanya hevdem li gel hevbeşên me yên din, roleke serekî li komkirina piştgîriya navdewletî ya ji bo damezrandina newaya aram û navçeya nefirîn de hebû.
Biryara (688) û operasyona dabînkirina newaya aram, ji bo Herêma Kurdistanê destpêka seretayekî nû bû, heta bikarîn peywendiyên dostane li ser asta navdewletî de pêş bixin. Ji wê demê ve heta niha peywendiya me li gel Brîtanya li hemû qonaxan da berdewam buye. Hevbeşî û alîkariya me li şerê dijî Da'îş da, berfirehtir bû.
Spasî Brîtanya û endamên dinê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş dikîn ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya wan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê. Li gel Brîtanya û welatên dinê hevpeymanan, pêgiriya xwe ya bi berdewamiya rûbirûbûna teror û metirsî û gefên Da'îş dûpat dikîn.
Herêma Kurdistan û Iraq jî wekî hemû welatên cîhanê, ji ber pejika kovid 19 û encamên wê, ziyaneke zêde li berketiye! geşkirina aborî li cîhanê ya ji bo qonaxa piştî Korona, pêwîstiya plan û alîkarî û hevbeşî û karê hemû aliyan heye.
Xweşhalîn ku welatên (G7) bi gujmê (15) milyar dolar terxan kirine ku piştgîriyê li pêşxistina jinên li welatên nû pêgihiştiyan. Hêvîdarîn Iraq û Kurdistan jî ji wan programan sûdmend bin, bi taybetî li warên perwerde, xwendin, karkirin, projeya bazirganî, peydakirina dahatên berdewam û çareserkirina wan kêşeyên ji ber bandoreke xerap ya belavbûna Korona ve rûdane.
Li gor lêkolînên Neteweyên Yekgirtî, Iraq yek ji wan pênç welatane ku zêdetirîn bandora guhertina keşûhewa li ser ve dibê! Niha li Herêma Kurdistanê despêka wê bandora xerap de derketiye û mijûle hişkesalî dibê kêşeyekî ciddî li ber Herêma Kurdistanê. Ji bilî wê, şûnewarên xerapên şerê dijî terorê jî li Iraq û Herêma Kurdistanê, bandoreke xerap li ser jîngehê hiştiye.
Em li Herêma Kurdistanê pêgirin bi rêkarên navdewletiyan de xwe biguncênin û kêmkirina bandora neyîniya guhertina keşuhewaya li cîhanê. Li çarçêweya şiyanên sînordarên Herêma Kurdistanê da, çend hengaveke biçûk me avêtine ji bo dariştina plana berdewam ya kêmkirina belavbûna gazê duyem ya oksîda karbon CO2 her wiha ew gazin dibine sedema bilindbûna pleyên germiyê. Hewl didîn rêkarên kirdarî li vî warî de encam bidîn. Li vî derbarî de li Iraq û li Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi hevkariya navdewletî heye.
Gelek spasî birêzan Balyozê Brîtanya li Bexda û Konsolê Giştî yê wan ya li Hewlêrê dikîn ji bo hewlên wan ya pêşxistina peywendiyên me. Destxweşiyê li wan dikîn û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazîn.
Dûbare bi navê Hikûmeta Herêmê û gelê Kurdistanê ve, bixêrhatina cenabê Wezîr dikîn, bi xêr bê.
Spas...
Paşê birêz Dominic Raab Wezîrê Derveyê Brîtanyayê got:
Cenabê Serok!
Gelek xweşhalim ku îro li vir li gel cenabê we me, spas ji bo pêşwaziya germ û mazûvaniya wa ya dilfireh. Ez bawerim pêwîste bêgotin serdana min wê girîngiyê nîşan dide ku em wekî Brîtanya bi peywendiya dîrokiya di navbera me didîn.
Bila tiştek jî ji aliyê xwe ve bibêjim, em şanaziyê bi wê yekê dikîn ku dosteke kevnarê Herêma Kurdistana Iraqê ne. Bi wî awayê ku cenabê we behs kir, niha (30) sal zêdetir li ser damezrandina hêla nefirîn da bi destpêşxeriya Serok Wezîr cenabê John Major de derbas dibe. (Dizanim kolanek bi navê wî ve heye ku min carek diçim selfiyekê lê digrim). Hêla nefirîn yekcar girîng bû ji bo parastina vê herêmê ji wê zebir û zenga Sedam Hisên dijî bi xelk encam dida.
Divê bibêjim ku ev herême rêyekî zêde li vê demê de derbaskiriye, seferekê pir li rûdan bû, lê belê rêyeke baş we derbaskir. Dikarim bibêjim Herêma Kurdistana Iraqê, bûye çirayekê berdewama aramiyê ku xwe li beranber bandorên nearamiya Îranê girtiye. Bêguman hûn gelek bingehîn bûn li şerê dijî Da'îş da. Em eve bilind dinirxînîn û divê rêz û silav ji bo hêz û qurbanîdana gelê Kurdistanê bişînîn, ji ber ku zêde bûne qurbana vê sefera dîrokî da.
Min guftûgoyeke gelek baş li gel Serok da hebu li ser komek pirsan, me biha û berjewendiyên hevbeş heye, aramiya neku her Iraqê, belku yê navçeyê jî ji bo me her du aliyan girînge û Brîtanya pêgire bi kûrkirina hevbeşiya me ya li danustandina bazirganî û sermayeguzariya li wan hemû waran da ku Serok balkişande ser. Eve gelek erêniye ku çaksaziya Pêşmerge berdewam bê û niha li gel hêzên emniyên Iraqê da kar dike, eve yarmetiya we dide ku Da'îş li navçeyên cihê nakokî li ser derbixin.
Xweşhalim rabigihim ku Brîtanya piştgîriya nû ya maddî ji bo meşqpêkirina hêzên Pêşmerge diyar kiriye, li warên “parastina mulkê kulturî” da, li gor peymannameya Lahey, bêguman, eve ji bilî piştgîriyên dinên meye.
Cenabê Serok û min hevdem behsa komek pirsên din kir ku ji aliyê min ve girînge. Behsa girîngiya medyayekî serbixwe û azad û parastina rayên azad kir. Pêşwaziyê li girîngiya Hikûmeta Herêmê dikim ji bo vê pirsê, her wiha pêşwaziyê li lêborîniya Herêma Kurdistana Iraqê li gel olên din da û piştgîrîkirina xelkê koçber dikim, eve gelek girînge. Eve hevbeşiyeke demdirêje.
Serok her wiha behsa komek babetên navdewletî kir ku ji bo Brîtanya û Serokayetîkirina Brîtanya li (G7) girîngin. Serok behsa komelek pirsên girîng kir ji bo Herêma Kurdistana Iraqê, cenabê wî behsa xwendina keçan kir, behsa guhertina keşuhewayê kir. Em meha temmûzê li gel dostên xwe mîhvandariya hevkariya cîhanî ya perwerde dikîn ji bo pêşxistina bi xwendina keçan li ser asta cîhanê de û bêguman cenabê wî vê babetê anî ber behs li Herêma Kurdistanê û li Iraqê da jî.
Guherîna keşuhewayê babeteke dinê guftûgoya me bû ji bo hevkariya nevdewletî. Tişrîna duyema îsal em mîhvandariya konferansa guherîna keşuhewa ya (Cop 26) dikîn û gelek girînge ku ew destpêşxeriyên li virin, behs bikîn. Li serdana îsal ya cenabê Serok da ya Brîtanya, zêdetir behsa ewe dikîn ku em dikarin zêdetir çi pêkve bi hevre bikîn.
Cenabê Serok xweşhal dibîn bi hatina we ya londonê û bi bihêzkirina vê hevbeşiya di navbera hikûmetên me û li wê jî girîngtir ya di navbera gelê me da.
Gelek spas.