2020-02-03T14:28:33.000000Z
Êvariya îro dûşem 03/02/2020 Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya birêz Philippe Goffin Wezîrê Derve û Wezîrê Berevaniya Belçîka kir.
Li civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo wan piştgîrî û hevkariyên li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da li Herêma Kurdistanê kirine spasî Belçîka kir û dûpat kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstiya wan bi berdewamiya hevkariya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo berxwedana terorê heye.
Li beşekî dinê civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêmê û Balyozê Belçîka li Iraq û Urdin û şandekî hevbeşa her dû Wezaretên Derve û Berevaniya Belçîka amadebûn, di derbarê kêşeyên Hewlêr û Bexdayê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên xwe yên li gel Iraqê li ser bingeha destûrê çareser bike û dixwaze fakterê aramiyê bê li navçeyê de. Her wiha piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo daxwazên xwepêşanderên Iraqê yên ji bo jiyanekî baştir û xizmetguzariyan dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Wezîrê Derve û Berevaniya Belçîka da zanîn ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê ji bo Belçîka girînge û pesnê rola Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê û hewlên wê yên bi navê aramî û hêwirkirina aloziyan û pêkvejiyan û lêborîniya li Herêma Kurdistanê kir û ji bo hewandina koçber û penaberan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyan de spasî Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Zêdetir pêşxistina peywendiyên dû aliyan, çarenivîsa girtiyên Da'îş û malbat û zarokên wan yên li wargehên bi taybetî li Sûriye û çend pirsekî dinê ji bo her dû aliyan girînbûn, mijareke dinê vê civînê bûn.