Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê civiya

2020-09-29T05:35:13.000000Z
Nûçe
Berî nîvroya îro sêşem 29/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Fayeq Zêdan Serokê Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê kir.

Li civînê de sîstem û desthilata dadweriya Iraqê û kar û erkê Encumena Bilinda Dadwerî û Dadgeha Federalî û hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser parastina serbixweyî ya desthilata dadwerî û têkilnekirina li gel siyasetê kirin û hevrê bûn ku hevkarî û hehahengiya di navbera desthilata dadwerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi ber çav girtina taybetmendiya Herêma Kurdistanê pêwîste û pesnê hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Bilinda Dadweriya Iraq û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê kirin.

Li beşeke dinê civînê de ku birêzan Serokê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dad amade bûn, babeta pêkhate û kar û erkê dadgeha federalî û mekanîzma temamkirina endamên wê û çawayiya destnîşankirina wan ya li gor rêkarên wê yên destûrî xistin ber behs û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên ji bo vê mebestê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên desthilata dadweriya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî xwest li babeta xulên fêrkirin û rahênanê da hevkariya desthilata dadweriya Iraqê ya Herêma Kurdistanê berdewam be.