2023-11-27T10:27:55.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 27.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da digel birêz Jean Brem Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê tevî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê jê ra xwest û hemû piştgîriya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da. Herwesa xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina têkiliyên xwe bi Fransayê ra dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Brem kêfxweşiya xwe bi destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê nû yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, dê dostanî, peywendî û hevkariyê hevbeş yên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê di hemû waran de berfirehtir bike. Herwiha tekezî li ser pêdagirbûna Fransayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke dinê vê hevdîtinê da, her du aliyan di derbarê pêşhatên dawî yên li deverê nêrînên xwe li hev guhertin.