Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozên Fransa û Almanya civiya

2021-02-15T18:29:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro dûşem 15.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya her yek ji birêzan Bruno Aubert Balyozê Fransa û Ole Diehl Balyozê Almanya li Iraqê kir.

Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya û Fransa, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, babeta pişka Herêma Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê da ya sala 2021, rewşa navçeyên maddeya 140, metirsiyên serhildana terorê û kirdarên Da'îş, erk û bernameya Nato li Iraqê, rûbirûbûna virusa Korona û encamên wê, gefên li ber Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û rola Neteweyên Yekgirtî ya li vî derbarî de hate guftûgo kirin.

Li civînê de tekez li ser rol û bandora Yekîtiya Ewrupa û civaka navdewletî bi giştî li yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan û rûbirûbûna gefan û derbaskirina qeyranan kirin û her du alî hevre bûn ku bi navê aramiya Iraqê da pêwîste kêşeyên wan bêne çareser kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên ji bo hevkariyên Almanya û Fransa yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê, tekez li ser pêwîstiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi yarmetiya civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan û derbaskirina qeyranan kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rêkeftin û çareserkirina yek cariya tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûrê nîşan da.

Li civînê de ku birêzan Konsolê Giştî yê Fransa û Almanya li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji dîplomatkar û berpirsên ji Serokayetî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, çend babeteke din yên girîng û hevbeş, xistin ber behs û guftûgoyan.