2019-07-17T17:34:02.000000Z
Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şanda li gel de, birêz Tueller pîrozbahiya damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê xwest. Her wiha dilgiraniya xwe ji bo rûdana tawankariya îro ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê derbirî û piştgîriya xwe ji bo aramiya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Her li vê civîna ku êvariya îro çarşem 17/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, peywendiyên Hewlêr û Bexda û çareserkirina destûrî ya kêşeyan, zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka, berdewamiya hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û hevpeymanan ya ji bo berengarbûna terorê li wan navçeyên metirsiya serhildana wan heye, handana kompanyayan ji bo beşdarîkirina avadankirina navçeyên ziyanberketî, xistin ber behs û guftûgoyan.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî piştgîrî û hevkariyên Amerîka yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê kir û tekez li ser daxwaz û amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federala Iraqê li ser bingeha destûrê kir.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û programa paşarojê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li berdewamîdana reform û çaksaziyan û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, babeteke dinê vê civînê bû.