Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Taybetî ya Neteweyên Yekgirtî civiya

2019-08-04T05:32:05.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel xatûna Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê de, xatûn Plasschaert behsa serdana xwe ya meydanî ya li devera Şingalê, wê karesata li ser wê navçeyê da hatiye, cîgîrkirina aramiya li navçeyê û vegerandina koçberan û çareserkirina kêşeyên wan kir.

Li civîna ku berî nîvroya îro yekşem 04/08/2019 li Dihokê birêve çû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide birîna qurbaniyên xelkê Şingalê û dewrubera wê bê kevandin û li vî derbarî de rola civaka navdewletî li binyatnan û avadankirinê û bi cîh kirina asayîşê li wan navçeyan bi pêwîst zanî.