Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û şandekî Neteweyên Yekgirtî rewşa navçeyê nirxandin

2019-07-02T09:09:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Xatûn Plasschaert serdana dawî ya birêz Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ya Bexda û civîna rêzdar ya li gel her panzdeh Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî û encama civînê û helwesta Herêma Kurdistanê ya li wê civînê de bilind nirxand.

Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xatûn Jeanine Hennis Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel ku piştî nîvroya îro sêşem 02/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, tekez li wê yekê kirin ku Neteweyên Yekgirtî dikarê rolekî ber bi çav li diyaloga Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û bi taybetî ewên bi navçeyên kêşe li ser û maddeya 140 a destûra Iraqê de bibîne.

Ji aliyê xwe ve birêz Nêçîrvan Barzanî spasî rêxistina civîna li gel Endamên Encumena Asayîşa Navdewletî kir û hêvî xwest, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna li kêşeyên Iraqê bi giştî û bi taybetî kêşeyên Hewlêr û Bexdayê, hevdîtinên bi vî awayî berdewam bin. Li vî derbarî de amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo her diyalogek nîşan da, bi awayekî ku giriftan li gor nexşerêyekî guncav çareser bikin.

Nirxandina rewşa Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyekî dinê vê civînê bû.