
Berî nîvroya îro, Sêşem, 21.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Anıl Bora İnan, Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê kir.
Di civînê de, peywendiyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pirsa avê di navbera Tirkiye û Iraqê de, hilbijartinên paşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê, paşeroja pêvajoya siyasî û rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de, kirin. Derbarê vê yekê de, ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wek gaveke erênî ji bo aboriya Iraqê bi giştî hate binavkirin. Herwiha, derbarê peywendiyên çandî û civakî de jî danûstandina bîr û ramanan kirin.
Pêşhatên dawîn ên rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din ên girîng ên hevbeş, aliyeke din a civînê bûn ku birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê amade bû.
