Her di çarçoveya serdanên xwe yên Bexdayê da, êvariya duşema 13.01.2025 ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Hadî El-Amirî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir re civiya.
Di hevdîtinê da hevkariyên siyasî û ewlekarî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da gotûbêj kirin û ronahî xistin li ser girîngiya xebatên hevbeş yên ji bo rûbirûbûna wan astengiyên li pêşiya Iraqê de hene û di vê derbarê da tekez li ser bihêztirkirina diyaloga di navbera hemû aliyên siyasî ya ji bo bidestxistina nêrîneke niştimanî ya hevbeş ku xizmeta aramî û pêşketina welat de bike, kirin.
Her du aliyan girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên Iraqî ya ji bo afirandina yekrêzî û bihêzkirina ruhê niştimanî û derbaskirina nakokiyan bi awayekî ku berjewendiyên gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê biparêze bi pêwîst û girîng zanîn.
Pêşhatên dawî yên herêmî û bi taybetî guhertinên li Sûriyê û bandora encamên wê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din yên civînê bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi birêz Hadî El-Amirî re civiya
2025-01-13T17:14:00.000000Z