Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

2025-07-03T09:23:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Spêdehiya îro pêncşem 03.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Li civînê da, rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û alîkarî û hemahengiya di navbera UNAMI û aliyên peywendîdarên li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê li ser navçeyê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe ji bo rola diyar û yarmetîderane û hevkariyên Neteweyên Yekgirtî û UNAMI yên li warên cûda cûda de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî, herwiha tekez li ser pêşkêşkirina hemû hêsankarî û hemahengî û piştigîriyeke pêwîst heta dema dawî hatina erkên wan, dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Elhessan pesnê Neteweyên Yekgirtî û UNAMI ya ji bo alîkariya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya parastina Iraqê ji kêşeyên navçeyê kir.

Herwiha her du alî çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexda û hevtêgihiştina di navbera wan bi pêwîst zanî ku li berjewendiya tevahiya Iraqê daye û xizmet bi parastina aramî û ewlehî û geşkirina welat dike.
Çend pirseke dinê girîng û hevbeş, aliyeke dinê vê civînê bû.