
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 15.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xanima Victoria Taylor Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û şanda pê re kir.
Di civînê da peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin û herwesa di hevdîtinê da, li ser guhertin û pêşketinên li Sûriyê danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da li gor destûr, yasa û rêkeftinan hemfikir bûn û tekez li ser parastina aramî û seqamgîriya navçeyê û nebeşdarbûna Iraqê di alozî û pevçûnên Rojhilata Navîn da kirin.
