Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Senatora Amerîkî Elissa Slotkin re civiya

2025-02-15T12:14:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Senator Elisa Slotkin Endama Komîteya Hêzên Çekdar li Senatoya Amerîkayê re civiya.

Di hevdîtinê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warê ewlekarî û berevaniyê da, pêşhatên şerê dijî terorê û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê hatin behs kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê meşqkirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da kir. Herwesa tekez li ser pêwîstiya berdewamiya wê piştevaniyê ji bo dabînkirina aramiyê li navçeyê kir.

Senator Elisa Slotkin berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dupat kir û tekez li ser girîngiya hemahengiya hevbeş ya di warê ewlehiyê da ji bo dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê kir.

Pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û Sûriyeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di vê hevdîtinê da hatin behs kirin.