Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

2025-07-16T08:31:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Sipêdehiya îro çarşem 16.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku birêzan Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serok û Wezîrê Karubarê Pêşmerge û Serok Erkanê Pêşmerge amade bûn, peywendiyên Estonya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê alîkariya emnî û berevaniyê û rola Estonya ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe yên ji bo piştgîrî û alîkariyên Estonya li Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî li rûbirûbûna terorê da dûpat kir. Herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina bi alîkariyên hevbeş li hemû waran da bi Estonya re nîşan da.

Ji aliyê xwe ve birêz Wezîrê Berevaniya Estonya, ji bilî tekez kirina li ser xwesta welatê xwe ya ji bo berfirehkirina peywendiyan û pêşxistina alîkariyên hevbeş digel Iraq û Herêma Kurdistanê re, pesin û rûmeta welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li têkşikandina Da'îş û rûbirûbûna terorê da derbirî.

Peywendiyên Hewlêr ـ Bexda, rewşa Sûriye, pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bûn.