Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Behreynê re civiya

2025-02-14T16:18:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 14.02.2025ê li bajarê Munchen ya Almanya yê, bi birêz Dr. Abdulletîf Bin Reşîd El-Zeyanî Wezîrê Derve yê Behreynê re civiya.

Her du aliyan, di civînê da, behsa peywendiyên Behreynê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û ronahî xistin ser pêşhatên dawî yên navçeyê û çawaniya bihêzkirina hevkariyên du alî yên di warên hevbeş da.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berfirehkirina hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behreynê di warên siyasî û aborî da kir û balkişand li ser rola Herêma Kurdistanê ya di bihêzkirina aramiya navçeyê da kir.

Wezîrê Derve yê Behreynê, ji aliyê xwe ve, xwesteka welatê xwe ya ji bo bihêztirkirina têkiliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di parastina asayîş û aramiya herêmê da bilind nirxand.

Her du aliyan li ser rewşa Sûriyeyê û mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar de danustandina bîr û ramanan kirin.