Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re civiya

2025-02-15T11:04:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê roja şemiyê 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Ese’d Şeybanî Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re civiya.

Di civînê da pêşhatên siyasî û ewlekarî li Sûriyeye û Iraqê û çawaniya bihêzkirina aramiya navçeyê, rewşa pêkhateyên Sûriyeyê û girîngiya parastina mafên wan û mîsogerkirina beşdariya wan di paşeroja welat da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê û girîngiya bidestveanîna aştî û aramiyê û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste hemû pirsgirêkan bi diyalog û têgihiştinê bêne çareserkirin û kar ji bo paşerojeke aram bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê kirin.

Birêz Şeybanî, ji aliyê xwe ve, tekez li ser pêdagirbûna Sûriyeyê bi dabînkirina aramiyê û afirandina mercên guncaw ji bo diyaloga niştimanî dupat kir û, herwesa, tekez li ser xwesteka Sûriyeyê ji bo bihêzkirina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û bihêzkirina hevkariyên hevbeş ji bo çareserkirina alozî û kêşeyên heyî da kir.

Rewşa herêmî û kêşeyên hevbeş û çawaniya hevkarîkirina di paşerojê da ji bo bidestxistina aramî û aştiya li navçeyê, mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.