Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Urdunê re Civiya

2025-04-27T14:33:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Yekşemî 27/4/2025, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Emmanê bi Birêz Eymen Sefedî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdunê re civiya.

Herdu aliyan behsa pêşxistina bêhtir a têkiliyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Urdunê re di warên cuda de kirin, herweha pêşhatênm herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya hevakiriyê ji bo parastina aramiyê li herêmê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tevî derbirîna pêzanîna xwe ji bo têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Urdunê re, pesnê rola herêmî û hewlên Urdunê ji bo xurtkirina aştiyê da. Birêz Wezîrê Derve yê Urdunê jî, tevî nîşandana şabûna xwe ji bo seredana Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaza Urdunê ji bo berfirehkirina hevkariyê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re dubare kir.