
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 14.09.2024ê di serdana xwe ya Duhokê da, amadeyê nîşandana şanogeriya bi navê (Destana Kurdistanê) bû ku ev şanogerî li ser dîroka xebat û têkoşîna Kurd ya ji bo azadî û mafên gelê Kurdistanê bû.
Şanogeriya bi navê (Destana Kurdistanê) bi beşdariya zêdetir ji 200 hunermend û xebatkarên şanoyê hate lîstin ku, salek û heft mehan kar li ser hatiye kirin. Piştî bi dawî hatina nîşandana şanoyê, Serok Nêçîrvan Barzanî di peyvekê da destxweşiyê li berhemhêner, derhêner, lîstikvan û hemû kesên tê da beşdar bûn kir û spasiya wan kir.
Birêz Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe da behsa naverok û peyama şanoyê kir û ew weke bêhempa û şakarek hunerî bi nav kir ku dîrok û çîroka têkoşîna Kurd û gelê Kurdistanê vedibêje û hêvî xwest amadebûyên şanoyê ku xwendekarên zanîngehê bûn peyama wê wergirtibe.
Birêz Nêçîrvan Barzanî, herwiha, balkişand li ser aliyekî din yê vî karê hunerî û diyar kir ku destkeftên îro yên Herêma Kurdistanê bi hêsanî bi dest neketine, lê ji encama têkoşîneke dirêj û êş û azarên bêwestan yê nifşê berê ye û bal kişand ser israra gelê Kurdistanê ya li ser têkoşîn û berxwedanê ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bona vê jî gelek şehîd û berdêl dane.
Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe da got ku, paşeroja welat emaneteke li ser milên ciwanên îro ye û bal kişand ser girîngiya xebata hunerî ji bo nasandina dîrok û doza rewa ya gelê Kurdistanê bi cîhanê ra. Di vî warî da hemû piştgiriya xwe ji bo van karên hunerî dubare kir.





